Dadgehê têkildarî rojnamevan Arslan biryara xwe ya bi hincet aşkere kir 2023-11-10 11:12:21 ENQERE - Dadgeha ku têkildarî rojnamevan Firat Can Arslan ê ji TMK’ê 6/1’ê hate girtin, biryara xwe ya bi hincet aşkere kir, diyar kir ku Arslan di çarçoveya mafê nûçe wergirtinê yê civakê tevgeriyaye û sînorê azadiya îfade û rexneyê derbas nekiriye.    Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan, hate binçavkirin. Arslan ji ber ku der barê dozgerê ku îdianameya 18 rojnamevanên par li Amedê hatibûn binçavkirin amade kiribû û hevjîna wî endama şandeya dozê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal hin parvekirin kiribûn bi îdiaya “kesên li dijî terorê têdikoşin hedef nîşan dane" di çarçoveya TMK’ê 6/1’ê de di 25’ê tîrmehê de hate girtin.    Arslan ê 3 mehan girtî ma, bi heman sûcdariyê piştî îdianameya derbarê wî de hatiye amadekirin hate qebûlkirin di 31’ê cotmehê de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê derket pêşberî dadgehê. Arslan ê dadgehê derbarê wî de biryara beraetê de ji girtîgehê derket.    Dadgehê biryara xwe ya bihincet a derbarê Arslan de di 8’ê mijdarê de aşkere kir. Dadgehê di biryara xwe de hiqûq vegot. Dadgehê xisûsên di xala 18’emîn a qanûna ku peywîrên serdozgerên komarê sererast dike bi bîr xist û yek bi yek rêz kirin ku peywîrên dozgerekî/ê çi ne? Dadgehê di biryara xwe ya bihcet de bal kişand ser çarçoveya mijara “bergiriya parastinê” ya di xala 20’emîn a TMK’yê de cih digire û sazî û kesên di bin vî sernavî de hatine parastin û îşaret bi çarçoveya xala TMK’ê 6/1’ê ya ku kiribûn hinceta Arslan kir. Dadgehê destnîşan kir ku ji bo şertên cezakirinê çêbibin divê sedemên “li gorî hiqûqê” bên bicihanîn. Dadgehê di biryara xwe de bal kişand ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) beriya niha dane û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME).    ‘AZADIYA ÎFADEYÊ’ BI BÎR XIST    Dadgeha ku li ser xala 26’emîn a Destûra Bingehîn a azadiya îfadeyê, mafê herkesê ye ku fikir û ramanên xwe bi axaftin, nivîsandin, wêne yan jî bi rêyên din îfade bike û belav bike û azadiya nûçe an jî nêrînan bigire û parve bike digire nava xwe sekinî, destnîşan kir ku azadiya îfadeyê çapemeniya azadiyê jî digire nava xwe û wiha got: “Berî her tiştî divê mirov bifikire ku azadiya çapemeniyê ne tenê azadiya ramanê, naveroka nûçe û ramanê diparêze, di heman demê de prosedur û şêwaza ragihandinê ya nûçe û ramanê diparêze û ev rewş, taybetmendiyeke ku bi ‘fonksiyona çavdêrîya giştî’ ji çapemeniyê re tê dayin, ku mecbûriyeteke di demokrasiya modern de agahî û ramanan ragihîne û peywira xwe bi azadî bi cih bîne ye.”   ‘HEDEF NÎŞANDAN NÎNE’    Di biryara bihincet a binçavkirin, girtin û îfadeyên Arslan ên li dadgehê û geşedanên din digirin dest de wiha hate gotin: “Meseleya ku divê were çareserkirin ew e ku daxuyaniyên sûcdarên di postê de hatine dayin xwedî hêmanên sûc in an na. Ji ber ku kesê tê sûcdarkirin nûçegihan-rojnameger e, nûçeyên mijara gotinê di nav sînorên rexneyî de ne û parvekirin weke hedef girtinê nikare bê qebûlkirin, sînorên azadiya çapemenî û îfadeyê nehatine derbaskirin. Dema naverok bi temamî bê nirxandin, fonksiyona çapemeniyê ya agahdarkirin, rexnekirin û şîrovekirinê ku yek ji hêmanên mecbûrî yên civaka demokratîk e û rêziknameyên xala 26’emîn a Destûra Bingehîn û xala 10’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, parvekirina ku mijara îdiayê ye di vê çarçoveyê de bê nirxandin”   MA / Mehmet Aslan