Cemal Tanhan ê tedawiya wî berdewam dike êdî nikare biaxive 2023-11-10 11:41:10   ÎZMÎR - Cemal Tanhan ê di girtîgehê de felc derbas kiriye û rewşa wî giran bûye di 6’ê mijdarê de hate berdan. Tanhan ê 68 salî, ji ber felcê êdî nikare biaxive.    Cemal Tanhan ê di Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê dihat ragirtin, ji ber rewşa tenduristiya wî giran bû, di 6’ê mijdarê de hate berdan. Rewşa Tanhan ê piştî berdanê rakirine nexweşxaneyê girantir bû.    Tanhan ê 68 salî ku 30 sal in di girtîgehê de bû û piştî ku di girtîgehê de felc derbas kir, di 23’ê cotmehê de rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Îzzet Baysal a Bolûyê. Tanhan di 27’ê mijdarê de jî ji vir sewqî beşa Cerrahiya Giştî ya Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê hat kirin.    Serlêdana ji bo berdana Tanhan hate kirin hate qebûlkirin û tedawiya Tanhan a di nexweşxaneyê de jî berdewam dike.    Keça Tanhan, Ayşe Tanhan a jê re refaqetê dike, derbarê bavê xwe de hin agahî parve kirin û diyar kir ku rewşa bavê wê girantir bûye.    Ayşe Tanhan diyar kir ku bijîşkên ku ew pê re axiviye jê re gotine ku ‘Nexweş êdî nikare baştir bibe’ û ev tişt anî ziman: “Bavê min pir zeîf bûye, hestiyên wî, çermê wî perçe dikin. Bavê min, bi vî halê xwe ve tehliye kirin. Heke bersiveke erênî bidana daxwaznameya me ya sala par, dê bavê min di vî halî de nebûya. Bavê min êdî nikare biaxive, em nikarin pê re biaxivin.” Tanhan, da zanîn ku daxwaza wan a ji bo bavê wê sewqî nexweşxaneyeke din bikin jî bêencam maye.