Rojnameger Kizmaz hate berdan 2023-11-10 16:13:24   ÊLIH - Rojnameger Mehmet Kizmaz ku ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatibû binçavkirin, hate berdan.    Rojnameger Mehmet Kizmaz ku li navçeya Heskîf a Êlihê hatibû binçavkirin, hate berdan. Sedema binçavkirinê jî weke parvekirinên li ser medyaya dijîtal hate nîşandan û Serdozgeriya Komarê ya Êlihê îdia kir ku Kizmaz sûcê “Gel ji bo kîn û dijminatiyê sor kiriye” kiriye. Kizmaz, piştî îfadeya li Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê sewqî edliyeyê hate kirin. Kizmaz, bi daxwaza berdanê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin û biryara berdanê hate dayîn.