Bersiva ji bo biryara AYM'ê ya ji bo 'Qanûna Sansurê': Em bêdeng nemînin 2023-11-11 09:05:31   STENBOL - AYM'ê daxwaza ji bo betalkirina "Qanûna Sansurê" red kiribû. Hevdîroketorê MLSA'yê Bariş Altintaş ku biryara AYM'ê nirxand, got: "Dewleta hiqûqê ji holê rabû û daraz bi temamî ketiye destê zilamekî." Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îş'ê Farûk Eren jî got: "Tevî hemû zextan jî rojnamevan dê bêdeng nemînin."    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), daxwaza ji bo betalkirina "Qanûna Dezenformasyonê" ku ji aliyê muxalefetê ve wekî "Qanûna Sansurê" tê binavkirin, red kir. AYM, bi vê biryara xwe rê li ber zextên li ser rojnamevanan vekir.    ALTINTAŞ: EM ŞAŞ NEMAN   Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) Bariş Altintaş ku biryara AYM'ê nirxand, anî ziman ku ji ber vê biryarê şaş nemane û got: "Dewleta hiqûqê ji holê rabû û daraz bi temamî ketiye destê zilamekî."   ‘ROJNAMEVAN DÊ DEST JI NÛÇEÇÊKIRINÊ BERNEDIN'   Altintaş da zanîn ku niha 40 rojnamevan di girtîgehê de ne û got: "Sedema vê jî ew e ku rojnamevan jinûçeçêkirinê natirsin. Helbet ev qanûn, ji bo tepisandina rojnamevanan tê bikaranîn, lê dê hevpîşeyên me dest ji nûçeçêkirinê bernedin û nûçeyên xwe çêbikin. Di vî warî de çi dikin bila bikin dê bi ser nekevin."    Altintaş bibîr xist ku rojnamevan Tolga Şardan ji ber ku rizîna di darazê de eşkere kiriye hatiye girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heya niha vê qanûnê li hemberî 13 rojnamevanan bi kar anîn. Ji van rojnamevanan du jê ji ber nûçeyên xwe yên der barê alîkariya erdhejê ya li Osmaniyeyê de hatin girtin. Tolga Şardan jî ji ber rizîna di darazê de kir nûçe, hat girtin."    EREN: DÊ BARÊ ROJNAMEVANAN GIRAN BIBE   Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îşê Farûk Eren jî got: "Bi vê biryarê û krîza dawî ya darazê re êdî barê rojnamevanan jî, muxalifan jî û welatiyan jî dê girantir bibe." Eren bilêv kir ku rejîma Qesrê dixwaz hemû saziyên Tirkiyeyê bê şert û merc bi xwe ve girê bide û got ku lê dîsa jî divê tu kes hêvîşikestî nebe. Eren bilêv kir ku tevî hemû zextan jî rojnamevan dê bêdeng nemînin û wiha domand: "Ger em tevî welatiyan li ber vê rewşê rabin, em ê wê gavê karibin xwe bigihînin demokrasiyê."    ‘DIVÊ LI DIJÎ ZEXTAN DENG BÊ DERXISTIN'   Eren di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê civak li hemberî zextên li ser rojnamevanan rabe û got: "Civak di warê nûçwergirtinê şaş tê arastekirin. Rastî propagandaya desthilatê tê. Ev jî dike ku hikûmet bi rihetî desthilata xwe bidomîne. Civak di gelek bûyerên krîtîk de nizane rastî çi ye. Tercihên siyasî yên civakeke wiha jî bi şaşiyan tije ye. Ev desthilat, ji ber ku desthilateke tekparêz e, yekdengî dixwaze. Em jî rastî encamên vê tekparêziyê tên."