Ji îmzevanê 'Banga Aştiyê' Estûkyan: Tecrîd astengiya herî mezin a li ber çareseriyê ye 2023-11-11 09:06:43   STENBOL - Ji îmzevanên deklarasyona "Banga Aştiyê" nivîskar Pakrat Estûkyan diyar kir ku meseleya kurd dê bi polîtîkayên qirkirinê nedome û got ku deklarasyon ji bo çareseriyê gaveke girîng e, lê bi tena serê xwe têr nake.    Li Stenbolê siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan jî di nav de 78 kesan ji bo meseleya kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane bê çareserkirin, di 28'ê cotmehê de deklarasyona "Banga Aştiyê" belav kirin. Di deklarasyonê de hat xwestin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û meseleya kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin.    Ji îmzevanên deklerasyonê Pakrat Estûkyan têkildarî naverok û armanca deklarasyonê axivî.    'PÊDIVÎ BI WÊ VÎNÊ HEYE KU JI ŞER RE BÊJE NA'   Estûkyan anî ziman ku piştî belavbûna Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê cîhana nû li ser diyardeya şer dirûv girtiye û got ku ev diyarde îro ro li seranserê cîhanê hatiye sepandin. Estûkyan destnîşan kir ku lewma hem li Tirkiyeyê hem jî li seranserê cîhanê pêvajoya ew pêvajo ye ku pêdivî bi aştiyê heye û got: "Ji lew re her diçe li herêmên cuda yên cîhanê atmosfera şer êdî veguheriye şerê fiîlî. Di vê atmosfera şerî de pêdivî bi wê vînê heye ku ji şer re bêje na."    'HER KES NE TIRK E'   Estûkyan bilêv kir ku meseleya kurd a li Tirkiyeyê didome wekî berdewama feraseteke ku li ser esasên tirkparêziyê hatiye avakirin derketiye meydanê û wiha pê de çû: "Wekî hûn dizanin li Tirkiyeyê hevokeke qalibî ya 'yekpareyiya milet û dewletê ya nayê dabeşkirin' heye. Li vir qesda ji miletê ew e ku hemû etnîsîteyan li dor nasnameya nijadî ya tirk bi yek bikin. Ger di nava milet de yek jê bêje 'ez kurd im, çerkez im, laz im, ermenî me' hema bibêje derz li nava milet dikeve. Ev rastî ne. Ên dibêjin 'ez tirk im' kêfxweş dibin, lê her kes ne tirk e. Dê çawa be? Axirê Komara Tirkiyeyê bakiyeya împaratoriyeke pirneteweyî ye. Împaratoriya ku gelek nasnameyên neteweyî di bin banê wê de bûn rûxiya û ji wê kavilê komareke nû hat avakirin, lê vê carê form hat guherandin û gotin ku 'em netew-dewletê ava dikin û ya em dikin avakirina dewleteke neteweyî ye.' Gava hat pirsîn netew kî ne, gotin 'Kêfxweş im ku ez tirk im.' Yanî ên bêjin 'ez tirk im' pareke wê neteweyê ye, lê na gava hûn bibêjin 'ez arnavût im, kurd im, laz im' hûn ê li derî neteweyî bimînin."    TEVGERA AZADIYÊ   Estûkyan destnîşan kir ku sedema neçareserkirina meseleya kurd ji ber serdestiya aqilê damezrîner ê komarê ye û di vî warî de ji bo berbiçavkirina meseleyê îşaret bi rola Tevgera Azadiyê ya Kurd kir. Estûkyan anî ziman ku piştî ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd veguheriye têkoşîna çekdarî hayjêhebûnek çêbûye û got: "Em ketin pêvajoyeke wiha ku tiştekî ku biçûk dihat xuyakirin êdî hatiye asta ku nayê nixumdin. Lê her çû bedêlên vê pêvajoyê giran bûn. Ev hem ji bo yên têkoşîna azadiyê bi rê ve dibin hem jî ji bo yên hewl didin wê bitepisînin. Di vê rewşê de feraseta aqilê slîm tim îşaret bi muzakereyê kir, lê bi awayekî sîstematîk ji vê muzakereyê reviyan. Ji lew re di kevneşopiyê de muzakere tune ye. Di kevneşopiyê de darê zorê û çokşikandin heye. Û bijarteyên Komara Tirkiyeyê jî bûn dilsozê vê kevneşopiyê. Bi salan wê têkoşîna çekdarî biçûk dîtin. Gotin 'Çend eşqiyayên li çiyayan,' 'Dê vê zivistanê dawî li wan bê, dê vê havînê dawî li wan bê' lê kirin nekirin ne ew zivistan qediyan ne jî havîn."    GIRTÎGEH   Estûkyan bilêv kir ku hêleke herî girîng ên atmosfera zextan a li Tirkiyeyê tecrîda li ser girtiyan e û got: "Di her platformê de dengê girtiyan tê tepisandin. Bêhiqûqîtî bi sepaneke ku xwe spartiye desthilatê, heya ji destê tê tê domandin. Mirovên ku divê ne di girtîgehan de bin, bi wê bêhiqûqîtiyê hê jî di girtîgehan de ne. Mesela Gultan Kişanak, çendî 7 salên xwe temam kirine jî nayê berdan. Her wiha Can Atalay, piştî wekî parlementer hat hilbijartin, diviyabû bihata berdan, lê hê mehkûmiyeta wî hê jî didome. HÛn dibêjin 'azadî', lê yê li hember te dibêje 'a tu terorîst î?' Em dibînin ku ev berevajîkirina veguheriye feraseteke gerdûnî û li gelek cihan ev tişt tê kirin."    'TECRÎD ASTENGIYA HERÎ MEZIN A LI PÊŞ ÇARESERIYÊ YE'   Estûkyan destnîşan kir ku di rewşa heyî de ne pêkan e ku meseleya kurd bi polîtîkayên çewisîner û qirkirinê bê domandin û ji bo çareseriyê îşaret bi rêya muzakereyê kir. Estûkyan bilêv kir ku di çareserkirina meseleya kurd de rêya muzakereyê tê wateya ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê rakirin û got: "Tecrîd astengiya herî mezin a li pêş çareseriyê ye. Heya tecrîd hebe, em ê nikaribin behsa pêvajoya çareseriyê û diyalogê bikin."    Estûkyan anî ziman ku deklarasyona "Banga Aştiyê" di warê çareserkirina meseleya kurd gaveke girîng e, lê bi tena serê xwe têr nake û got ku di dewama wê de divê rêyeke berdewamiyî esas bê girtin. Estûkyan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tu deklarasyon û daxuyanî nikarin bi tena serê xwe tiştekî biguherînin. Di vir de tişta girîng ew e ku mirov israrker be."    MA/ Îbrahîm Irmak