Prz. Demîrel: Heya rewşa Îmraliyê neyê çareserkirin, pirsgirêk çareser nabin 2023-11-11 09:08:42   STENBOL - Hevserokê Şaxa OHD’a Stenbolê Îshak Demîrel destnîşan kir ku “cezayên disîplînê” yên didin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derveyî hiqûqê ne û got: “Divê hiqûqnas fêm bikin ku heya rewşa li Îmraliyê çareser nebe, li Tirkiyeyê tu pirsgirêk çareser nabin.”   Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê de tê ragirtin, ev 32 meh in tu agahî nayên girtin. Daxwazên hevdîtinê yên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbatê jî an bêbersiv tên hiştin an jî bi hinceta “cezayên disîplînê” tên redkirin.    Parêzer herî dawî di 10’ê Cotmehê de, ji bo hevdîtina Abdullah Ocalan û girtiyên di heman girtîgehê de tên ragirtin Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar re hevdîtinê bikin, serî li Hakimtiya Înfazê ya Bûrsayê dabûn. Hakimtî di 13’ê cotmehê de, ev serlêdan bersivandibû. Hakîmtî diyar kir ku cezayeke nû yê disîplînê ji Abdullah Ocalan û girtiyên din re hatiye dayîn û têkildarî sedem û dawîbûna ceza tu agahî parve nekir.    Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Îshak Demîrel tecrîda mîsoger û cezayên disîplînê nirxand.    ‘ÇAV Û GUHÊ GELÊ KURD LI WIR E’   Parêzer Demîrel anî ziman ku pêvajoya hiqûqî ya Abdullah Ocalan ji sala 1999’an a ku hatiye Tirkiyeyê heya niha weke derî hiqûqê meşiyaye û taybetî jî ji sala 2015’an şûn ve ev pêvajoya tecrîdê girantir bûye. Demîrel bal kişand ser mafên kesên cezayên muebeta giran distînin û got: “Mafê hevdîtina malbat û parêzer bi tu awayî nayê astengkirin, astengkirin sûc e. Tevî vê yeke nêzî 30-35 meh in, bi tu awayî dawazên bi vî rengî nabersivînin. Ji bo vana jî cezayên disîplînê wek hincet tên nîşandan.    Demîrel bilêv kir ku li Îmraliyê hiqûq nayê meşandin û ev tişt gotin: “Çav û guhê gelê kurd li wir e. Her geşedaneke li wê dere, dê pêşiya kurdan veke. Hikûmet ji ber vê yekê bi zanebûn sepanên derî hiqûqê berdewam dike. Kanûna xwe binpê dike, derveyî peymanên navneteweyî, daxwazan bêbersiv dihêle.”    ‘DIVÊ SEDEMA CEZAYAN WERE EŞKEREKIRIN’   Demîrel anî ziman ku hincetên cezayên dibin astengiya hevdîtinê, çawa hatine dayîn nayê zanîn û wiha pê de çû: “Niha hemû mafên birêz Ocalan ên din jî tên astengkirin. Ev ceza derî hiqûqê ne. Em nizanin bê ka ceza çima hatine dayîn jî. Divê sedema cezadayînê, çawaniya wê û dîroka cezayê disîplînê jî bidin me, da ku em jî îtîrazê bikin. Van agahiyan nadin parêzerên xwedî wekalet jî. Ji ber em nizanin sedema cezayan çi ne, serlêdanên em dikin jî li ser van nezanînan tên kirin.”   ‘NY VENÊRÎNA BIRYARÊN KU DAYE NAKE’   Di berdewama axaftina xwe de Demîrel da zanîn ku dewletên Ewropayê bi pêdengiyê “şîrîkatiya sûc” dikin û serdana Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya 20-29’ê îlonê li Tirkiyeyê kiribû, bi bîr xist. Demîrel wiha pê de çû: “Jixwe CPT heya ku hikûmet destûrê nede, nikare daxuyanî bide. Lê belê di hin rewşên awarte de, maf û erka wê ya daxuyaniyê heye. Ez bawer nakim ku rewşekî ji vê awartetir hebe. Ji ber ev 35 meh in girtiyek bi malbat û parêzerên xwe re nikare hevdîtinê bike heye. Mafê wî yê telefonê nayê naskirin. A rastî divê CPT dema ku bêqanûniya li giravê dîtiye şûnde daxuyanî bida.”    Demîrel destnîşan kir ku li dijî cezayên disîplînê li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) pêvajoyek berdewam dike heye û got: “Lê belê pêvajoyên li wan deran pir giran tên meşandin. Mixabin kanûn li wê derê nayê meşandin.” Demîrel biryara tevdîrê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 6’ê îlonê dabû bi bîr xist û anî ziman ku NY venêrîna biryara xwe ya ku derbarê Tirkiye de dabû, nake.    ‘TECRÎD TEVAHIYA WELAT BANDOR DIKE’   Di dirêjiya axaftina xwe de Demîrel diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê tê meşandin, ser rewşa civakî, aborî û polîtîk bandor dike û wiha axivî: “Em difikirin ku sedema rewşa aborî, rewşa qada siyasî û şer, ji tecrîda Îmraliyê cuda nîn e. Ankû heya ku tecrîd û bêhiqûqiya li wê derê dawî nebe, bêhiqûqiyên din ên Tirkiyeyê jî çareser nabin. Ji ber bêhiqûqiya li wê derê dest pê kiriye, tevahiya welat, girtîgehan û civakê bandor dike.”   Di dirêjiya axaftina xwe de Demîrel got ku ew ji bo rakirina tecrîdê di nava hin hewldanan de ne û anî ziman ku ew li Navenda Giştî ya OHD’ê her 15 rojan carekê “Bultena Tecrîdê” didin weşandin. Demîrel diyar kir ku ew bi “Bultena Tecrîdê” dixwazin tecrîdê têxin rojevê û bilêv kir ku heya ku tecrîd ranebe aramî nayê welat.   ‘BERÎ HEVDÎTINÊ ÇARESERÎ NABE’   Di dawiya axaftina xwe de Demîrel helwesta baroyan a li dijî tecrîdê jî rexne kir û bibîr xist ku ji ber polîtîkayên zext, tirs û şer; gelek hiqûqnas, bi guman ku ku têkildarî tecrîdê daxuyanî bidin û got: “Divê hiqûqnas fêm bikin ku heya rewşa li Îmraliyê neyê çareserkirin, li Tirkiyeyê derfetên çareseriyê ava nabin, heya ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, dê pirsgirêkên Tirkiyeyê jî nayên çareserkirin. Heya ku bi Birêz Ocalan re hevdîtinek neye kirin, heya ku rewşa wê derê neyê çareserkirin, ne pêkan e ku em xwe li Tirkiyeyê çareseriyek pêk were.”   MA / Rûkiye Adiguzel