Li Çewlîgê Hevserokê HEDEP’ê yê Navçeyê hate girtin 2023-11-11 10:06:40   ÇEWLÎG - Li Çewlîgê di 6-7’ê mijdarê de di serdegirtina malan de 18 kes hatibûn binçavkirin. Hevserokê HEDEP’ê yê Bongilanê Ubeyîp Ozer jî di nav de 5 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.    Li navenda Çewlîgê û navçeyên wê yên Dara Hênê, Kanîreş û Bongilanê di 6-7’ê mijdarê de di serdegirtina malan de 18 kes hatibûn binçavkirin. 11 kesên hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên wan ên li miduriyeta polîsan hatin berdan, Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Ubeyîd Ozer, Mazlûm Serînyel, Abdûrrahman Sav, Şefîka Dogan û Alaattîn Narînç di nav de 7 kes sewqî Edliyeya Çewlîgê hatin kirin.    5 KES HATIN GIRTIN    7 kesên b idiaya “endamtiya rêxistinê” û “fînansekirina rêxistinê” tên sûcdarkirin piştî wergirtina îfadeyên wan ên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh a Nobedar hate kirin. Hevserokê HEDEP’a Bongilanê Ozer, Serînyel, Sav, Dogan û Narînç bi heman îdiayan ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û 2 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.