Nûnera TÎHV’a Wanê: Rewşa li girtîgehan metirsîdar e 2023-11-11 10:07:46   WAN - Nûnera TÎHV’a Wanê Sevîm Çîçek diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan êdî bûye rewşek rûtîn û got: “Mafên girtiyan ji destê wan hatine girtin. Girtîgeh di hundirê girtîgehê de hatiye avakirin.”    Tecrîda dijwarkirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike. 32 meh in agahî ji Abdullah Ocalan û her sê girtiyên cem wî nayê girtin. Di serî de li Kurdistan, Tirkiyeyê û tevahiya cîhanê alî û şexsiyetên girîng ketine dewrê ku tecrîd rabe û Ocalan bigihîje azadiya xwe. Kampanyay azadkirina Ocalan li seranserî cîhanê didome.    Nûnera Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Wanê Sevîm Çîçek diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan tê sepandin li tevahiya girtîgehan belav bûye û got tecrîd ji ber sedemên siyasî tê dijwarkirin.    ‘BI SER OCALAN RE PEYAMÊ DIDIN’    Çîçek anî ziman ku tecrîd veguheriye cezakirinek giran û wiha got: “Sedema dijwarkirina tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê dest pê kir, pêvajoyên siyasî ne. Birêz Ocalan berê bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk dianî. Lê mixabin ev hevdîtin ji holê hat rakirin. Ev cezakirinek e. Bi vê cezakirinê dixwazin bi ser Ocalan re peyamê bidin civakê. Di warê qanûnî û hiqûqî de tu hincetek sepandina tecrîdê nîne. Tecrîd bi temamî bi awayê siyasî, polîtîk û li dijî qanûnê xistine dewrê. Tecrîda li Îmraliyê xistine dewrê niha li hemû girtîgehan belav bûye.      ‘REWŞA LI GIRTÎGEHAN XETERNAK E’   Çîçek da zanîn ku pirsgirêkên li girtîgehan êdî bûne rewşek rûtîn û got: “Ji berê û heta niha her tim li girtîgehan maf hatine binpêkirin. Lê belê di salên dawî de li girtîgehan rewş derketiye astek xeternak û metirsîdar. Pirsgirêk û binpêkirin derketine asta herî jor. Em dibînin ku ev nêzîkatî êdî derketine rewşek rûtîn. Îdareyên girtîgehan cezayên li girtiyan dibirin, berovajî rûmeta mirovahiyê ne. Niha hemû mafên girtiyan tune tên hesibandin. Îşkence û muameleya xerab li girtiyan tê kirin. Hemû mafên girtiyan ji destê wan hatine girtin. Di hundirê girtîgehê de girtîgehek din çêkirine.”