Dîmenên vemirandina şewata karker parve kir: Vaye sedsala Tirkiyeyê 2023-11-11 10:17:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê EMEP'ê yê Stenbolê Îskender Bayhan, dîmenên vemirandina bi damacanayê ya şewata karkerekê ku di encama teqîneke li Fabrîkaya Demîr Çelîk a Tosyaliyê derketibû, li ser hesabê xwe parve kir û got: "Vaye sedsala Tirkiyeyê: Vaye hevkarê we Tosyali."   Li navçeya Îskenderûn a Hatayê di fabrîkaya Demîr Çelîk a Tosyaliya li Herêma Organîzeya Pîşesaziyê de di 8'ê mijdarê de teqînek çêbû û karkerek jiyana xwe ji dest da û 12 karker jî birîndar bûbûn. Dîmenên karekerekê ku agir pê ketibû û ji aliyê hevalên wî bi damacanaya avê dihat vemirandin ji hêla Parlamenterê Partiya Kedê (EMEP) ê Stenbolê Îskender Bayhan, li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal parve kir.    Bayhan li ser dîmenan polîtîkayên hikûmetê rexne kir û got: "Vaye teqîna li Fabrîkaya Tosyalî pêk hatiye: Bi damacanayê avê li karkerê şewitî dikin... Vaye sedsala Tirkiyeyê: Vaye hevkarê we Tosyali: Vaye derewên we yên ÎSG ku hûn pesnê xwe didin: Vaye pêşketina we: Tekane armanca we li ser can û xwîna karkeran pêşketin e."