18 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin 2023-11-11 10:49:58   NAVENDA NÛÇEYAN -  Asayîşa PDK'ê Rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê ajansa ROJNEWS'ê Silêman Ehmed revand û ev 18 rojin tu agahî ji Ehmed nayê girtin.    Ji rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê ajansa ROJNEWS'ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, ev 18 roj in tu agahî jê nayê girtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.   Edîtorê beşa erebî ya ajansa ROJNEWS'ê Silêman Ehmed roja 1’ê cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman Ehmed roja 25’ê cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 18 roj in agahî jê nayê girtin.   Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyeke berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Ehmed kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.   Hat diyarkirin ku Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya ajansê de wek edîtor dixebite.   ROJNEWS'ê tewanbariya Asayîşa Dihokê şermezar kir û xwest aqûbeta Ehmed were eşkerekirin.