Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kirin: Heke bi milyonan bimeşin dê tecrîd rabe 2023-11-11 15:57:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Di civînên gel ên li Îdir û Agiriyê beriya “Meşa Azadiyê” ya dê di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlikê ve bê lidarxistin pêk hatin de tecrîda Îmraliyê hate axaftin. Di civînan de peyama “Heke bi milyonan bimeşin dê tecrîd rabe” hate dayîn û banga tevlibûna meşê hate kirin.    Beriya “Meşa Azadiyê” ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlikê ve bê lidarxistin li navçeya Bazîd a Agiriyê û Îdirê civînên gel hatin kirin.    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gel (HEDEP) ê Agiriyê Sirri Sakik, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) rêveberên HDP’ê û DBP’ê jî beşdarî civîna li eywaneke dawetê ya li navçeya Bazîdê hate lidarxistin bûn. Li eywanê pankarta “Bi rêbertiya azad ber bi rizgariya demokratîk ve” hate daliqandin. Bernameya civînê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan dest pê kir.    Hevseroka MEBYA-DER’a Wanê Hanim Kaya di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û mudaxileya li ser cenazeyên endamên HPG’ê.    ‘AŞTÎ ENCAX BI OCALAN RE PÊKAN E’    Kaya, anî ziman ku li dijî polîtîkayên qirêj ên dewletê dikarin bi têkoşîna mîna ya Dayikên Aştiyê encamê bigirin û wiha got: “Dewlet bi awayekî dijminane li dijî cenazeyan û malbatên şehîdan tev digerin û destûr nadin ku wecîbeyên xwe yên olî jî pêk bînin. Divê em xwedî li cenazeyên xwe û birêz Ocalan ê di bin tecrîdê de ye derkevin. Ji ber ku em gelek deyndarê wan in. Birêz Ocalan bi salan e di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin û ev tecrîd êdî li hemû qadên jiyanê belav bûye. Em roja 18’ê mijdarê hemû malbatên xwe vedixwînin meşa Gemlîkê. Heke aştiyek were avakirin dê ev di kesayeta Ocalan de be. Em hemû dê bi awayekî xurt tev li meşê bibin û bi yek dengî daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bikin.”   ‘EM Ê JI BO AZADIYA OCALAN DENG DERXÎNIN’     Hevserokê TUHAYDER’a Wanê Çetîn Ûyar jî anî ziman ku weke gel bi dayîna bedelên giran hatine van rojan û herkes vexwend meşa ku dê di 18’ê mijdarê de bê lidarxistin. Ûyar, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Tecrîdeke ku di kesayeta Ocalan de belavî her qada jiyanê hatiye kirin heye. Gelê kurd bi salan eli dijî van polîtîkayan têkoşîna xwe didomîne û wê bidomîne jî. Gelê kurd li dijî tu polîtîkayan teslîm nebû û serî netewand. Em ê di 18’ê mijdarê de ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan deng derxînin. Bi mehan e hêj pê re hevdîtin nehatiye kirin. Em êdî daxwaza hevdîtinê nakin heta azadiya wî ya fîzîkî pêk neyê em ê li malên xwe nerûnin. Em hemû tevli meşa Gemlikê bibin. Bila dengê gelê kurd olan bide.”   ‘DAXWAZA ME YA AŞTIYÊ DÊ TECRÎDÊ RAKE’     Dayika Aştiyê Aynûr Karatay a pişt re axivî jî girîngiya aştiyê destnîşan kir û wiha got: “Em ê bi parastina aştiyê têkoşîna xwe bidomînin. Dê tecrîdê daxwaza me ya aştiyê rake.”   Hevserokê HDP’a Bazîdê Serhat Ceylan jî wiha got: “Ocalan bi salan e di bin tecrîdê de ye û destûra hevdîtinê nadin. Ji bo ku Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe tişta ji destê me bê em ê bikin. Em ê di 18’ê mijdarê de li dijî tecrîda mezin meşekê li dar bixin. Ji bo ku em tecrîdê bişikînin û azadiya fizîkî ya Ocalan pêk bînin divê herkes tev li meşê bibe.”   ‘HEKE EM BI MILYONAN BIMEŞIN DÊ TECRÎD RABE’    Gelek kes tev li civîna ku li eywaneke dawetê ya Îdirê hate lidarxistin jî bûn. Hevseroka TUHAY-DER’a Wanê Edîbe Babûr a piştî rêzgirtinê axivî wiha got: “Li ser birêz Ocalan û girtiyên me tecrîdeke giran heye. Divê em xwedî li evqas nirxên hatine afirandin derkevin û li pişt wan bimeşin. Rêberê gelekê 32 meh in ne bi parêzer ne jî bi malbata xwe re nikare hevdîtinê bike. Ji ber vê yekê dive gelê kurd berxwedaneke xurt bide meşandin. Em bawer dikin ku gelê me yê Serhedê tişta dikeve ser milê wan dê bike. Heke em bi milyonan bimeşin em ê bikarin tecrîdê û zexta li ser gelê xwe rakin. Ji ber vê yekê divê di 18’ê mijdarê de hemû gelê me bi ruhê seferberiyê li qadan be.”