Şaredariya AKP’ê ji bo bîrdariya komarê 950 hezar lîre xerc kiriye 2023-11-12 09:00:37   ŞIRNEX - Şaredariya Şirnexê ya AKP'ê ji bo bîrdariya 100’emîn a komarê ku daye çêkirin 950 hezar lîre xerc kiriye. Şaredariya ku li şûna xizmeta gel bike li gelek noqteyên din ê bajêr jî bîrdariyên cuda çikandine.    Şaredariya Şirnexê ya AKP'ê li gel ku bi dek û dolaban şaredarî bi dest xist jî ev 5 sal in tu xizmeteke berbiçav nekiriye. Li navenda Şirnexê ku pirsgirêka rê, çûnehatinê û avê heye lê şaredariyê heta niha niha tu xebat ku gel memnûn bike nekiriye. Şaredariyê ji bilî xizmeta gel her tiştî dike. Şaredariya AKP'ê di çarçoveya salvegera sedsala Komara Tirkiyeyê de li xaçerêya Zanîngeha Şirnexê bîrdariya  100'emîn a komarê çikand. Bîrdariya sedsalê ya ku ji aliyê fîrmaya Artil ve hatiye çêkirin, 950 hezar lîre xerc kiriye. Bîrdariya ku hatiye çêkirin li Şirnexê bala xelkê dikişîne û xelk li dijî wê nerazîbûn e.    Şeniyên bajêr her çiqas ji bo pêdiviyên weke rê û avê diçin serî li şaredariyê didin jî lê ev pirsgirêka wan nayê çareserkirin û daxwazên wan bêbersiv dimînin.