Parêzer Mûgûç: Em bi 'Bultena Tecrîdê' der barê sosreta hiqûqî de agahdariyê dikin 2023-11-12 09:01:18 AMED - Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya OHD'ê Parêzer Mûhîttîn Mûgûç ku bal kişand ser rengvedanên civakî û hiqûqî yên tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, got ku ew armanc dikin ku bi "Bultena Tecrîdê" der barê sosreta hiqûqî de agahdariyê bikin.  Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Tîpa F Girava Îmraliyê de 32 meh in tu xeber nayê girtin. Ji ber vê li gelek navendan kampanya tên lidarxistin. Lê dîsa jî Wezareta Dadê, Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê û rayedar deng ji xwe nayînin. Têkildarî vê tecrîdê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) dest bi weşandina "Bultena Tecrîdê" kir. OHD, vê bultenê 15 rojan carekê belav dike. Hejmara bultenê ya yekemîn derket û ya duyemîn jî dê di 15'ê mijdarê de bê weşandin.    Endamê Lijneya Rêveber a OHD'ê Parêzer Mûhîttîn Mûgûç, got ku ew armanc dikin ku bi "Bultena Tecrîdê" der barê sosreta hiqûqî de agahdariyê bikin.    ‘RÊGEZA WEKHEVIYÊ YA DESTÛRA BINGEHÎN TÊ BINPÊKIRIN   Mûgûç, da zanîn ku divê mirov ji du hêlan ve li tecrîda li Îmraliyê mêze bike û got ku gava mirov di warê hiqûqî de lê mêze dike hemû pîvanên înfazê yên ji bo her kesî tên sepandin ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê nayên sepandin. Mûgûç, destnîşan kir ku ev bi awayekî eşkere binpêkirina rêgeza "wekheviyê" ya di Destûra Bingehîn de ye û nîşan dide ku qanûn nayên sepandin. Mûgûç, bilêv kir ku hêla wê ya din jî bi hinceta cezayên disiplînê tecrîd tê berbelavkirin û got: "Ev jî rengvedana wê ya civakî ye."    Mûgûç, destnîşan kir ku sedemeke ku 3'yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di nava sosreteke hiqûqî de ne ew e ku hiqûq ji bo her kesî weke hev nayê sepandin û li gor kesan û helwestên polîtîk ên kesan tevdigerin.    ARMANC EW E KU HAYA HER KESÎ BI TECRÎDÊ BIXIN   Mûgûç, têkildarî "Bultena Tecrîdê" ku OHD 15 rojan carekê diweşîne jî axivî û got: "Tecrîda ku li ber çavên her kesî tê sepandin, tenê li Girava Îmraliyê nayê sepandin. Tecrîd carinan eşkere carinan jî bi awayekî sergirtî xwe bi tevahiya civakê dide hîskirin. Ji ber vê OHD'ê jî biryar girt ku têkildarî tecrîda li Îmraliyê bulteneke dîjîtal belav bike. Dê vê bultenê 15 rojan carekê di malpera xwe de biweşîne. Me xwest em bi vê bultenê haya tevahiya civakê bi sepandina tecrîdê bixin û her kes karibe şîrove bike. A rast tecrîd hindî di qadeke berteng de hatiye asêkirin ku hem di warê hiqûqî hem jî di warê civakî de her derdor wê şîrove dike. Me jî xwest em bi vê xebatê ji cvakê û derdorên din re awatê ravekirina tecrîdê bibêjin."    Mûgûç, destnîşan kir ku ji bo bidawîbûna tecrîdê divê tecrîd bê nîqaşkirin û divê armanca wê û sepandina wê ya li ser kesên bijartî bê eşkerekirin. Her ku dengê civakê bê tepisandin dê tecrîd bi ser bikeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ger em fikrên der barê tecrîdê de çi biçûk çi mezin pêk bînin, dê tecrîd nikaribe bi ser bikeve."   MA / Mujdat Can