Ji bo gelek bajaran hişyariya barana zêde hate kirin 2023-11-12 10:17:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji bo gelek bajaran hişyariya barana zêde kir.    Li gorî nirxandina dawî ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê; dê li herêmên Marmara, Ege, rojavayê Behra Spî, bakurê rojavayê Anatoliyaya Navîn, rojavayê Behra Reş, li Nîva Behra Reş, rojhilatê Behra Reş û bajarên Yozgat, Kirikkale, Wan, Bedlîs, Sêrt, Şirnex û Colemêrgê baraneke zêde bibare.    Hat zanîn ku bi taybet jî li temamiya herêma rojavayê Behra Reş û bajarên weke Bursa, Yalova, Kocaelî, Sakarya, Enqere, Çankiri, Îzmîr, Manîsa, Aydin, Mûgla û derdora wê û rojavayê Antalyayê baraneke zêde bibare.