DBP û HEDEP’ê li Pirsûsê silha du malbatan kirin 2023-11-12 13:58:14   RIHA - Rêxistinên DBP û HEDEP’ê yên Rihayê li navçeya Pirsûsê silha malbatên Basyan û Oyrlu ku di navbera wan de dijminatî hebû, kirin.    Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ên Rihayê, li Pirsûsê silha malbatên Basyan û Orylu ku di navbera wan de dijminatî hebû, kirin. Ji bo kirina silha malbatan li gundê Qereyê xwarin hate dayîn. Endamên malbatan, Parlamenterê HEDEP’ê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, Parlamenterê HEDEP'ê ye Mêrdînê Kamûran Tanhan, endamê Meclisa Partiyê (PM) Muhsîn Aydogdu, rêveberên partiyê, Meclisa Dayikên Aştiyê û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê tev li xwarinê bûn.    Şerê ku di 19’ê kanûna 2021’an de di navbera zarokên malbatan de dest pê kirî, bi tevlibûna ferdên din ên malbatan mezin bû û ciwanê bi navê Mehmet Oyrlu jiyana xwe ji dest da. Endamên partiyê ev demekî dirêj bû bi endamên her du malbatan re hevdîtin dikirin û ji bo bidawîkirina nexweşiya heyî xwarina silhê da. Bi hezaran kesên di ketina taxê de hatin gel hev, heta mala şînê meşiyan.    ‘JI BO NIRXAN HEWCEHÎ BI TÊKOŞÎNÊ HEYE’    Malbatan, girse di ketina mala şînê de pêşwazî kirin. Piştre jî malbat çûn destê hev û soza silha mayîn de dan. Dema silh dihat kirin, rêveberê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Halîl Akbaş spasiya malbatan kir û bal kişand ser girîngiya sulhê. Piştre jî Parlamenterê HEDEP’ê Ferît Şenyaşar axivî û got ku heta aştî çênebe yekitî jî nepêkane. Şenyaşar, wiha domand: “HEDEP partiya aştiyê ye. Em spasiya her kesê ji bo silhê ked dayîn dikni. Divê em ji bo edalet û aştiyê têkoşîna xwe mezin bikin.”    Parlamenterê HEDEP’ê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan jî spasiya malbatan kir û wiha got: “Divê em li dijî şerê taybet, bi nirxên re dilsoz bin. Em ê destûrê nedin ku Kurdistanê veguherînin navenda şerê taybet.”    Xwarin, piştî duayan bi dawî bû.