ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-13 09:00:33 * Nivîskar Nesîmî Aday ku yek ji îmzekarên “Banga Aştiyê ye” diyar kir ku ji bo aştiya civakî pêk were divê careke din Abdullah Ocalan muxatab bê wergirtin û wiha got: “Divê ji daxwaza aştiyê neyê tirsîn. Pêdîviya me bi wêrektiyeke rêxistinbûyî heye.” * Welatiyên li Stenbolê diyar kirin ku dê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 18’ê mijdarê de li qadan bin û wiha got: “Di serî de gelê kurd divê her kesên hiqûq û demokrasiyê diparêzin li dijî tecrîdê derkevin.”   * Rêveberên partiyên siyasî û saziyan ên li Îzmîrê ji bo “Meşa Azadiyê” ya ber bi Gemlîkê ve banga tevlibûnê kirin û wiha gotin: “Aramiya li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pêk were di azadiya fizîkî ya birêz Ocalan re derbas dibe.”   * Li Wanê peyarêya ku qeyûm çênekiriye û esnaf jî ji ber xezeba pereyan girtiye; ji bo astengdaran dibe asteng.Astengdarên ku rêya wan hate girtin di malên xwe de hatin hepiskirin   * Saziya Tiba Edlî der barê girtiyê nexweşê giran Civan Boltan ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin de careke din rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” da. Dayik Nazîme Boltan bi gotina “Heke li Tirkiyeyê edalet hebûya ev tişt nediqewimîn” bertek nîşan da.    * Polîsan li navçeya Nisêbînê di sala 2015'an de di qedexeya kolanan de ji maşîneya zirxî gule reşandin û Selamet Yeşîlmen li ber deriyê mala wê ew qetil kirin. Di ser kuştina Yeşîlmen re 8 sal borîn, lê hêj kujer nehatine darizandin.    * Danişîna Doza Kobanê ku li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin dê bidome. (10.00)   * Danişîna doza derbarê 36 kesên ku Ahlam Albashir jî di nav de têkildarî kuştina 6 kesên li Taksîma Stenbolê de hatiye vekirin dê li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya Edliyeya Çaglayanê bê lidarxistin. (10.00)   * Partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî yên li Îzmîrê, dê têkildarî Meşa Gemlîkê ku dê di 18’ê mijdarê de bê lidarxistin li avahiya HDP’a Îzmîrê civîneke çapemeniyê li dar bixe. (11.00)