Îmzevanê 'Banga Aştiyê': Ji bo aştiya civakî pêdivî bi Abdullah Ocalan heye 2023-11-13 09:02:04 DÊRSIM - Nivîskar Nesîmî Aday ku yek ji îmzekarên “Banga Aştiyê ye” diyar kir ku ji bo aştiya civakî pêk were divê careke din Abdullah Ocalan muxatab bê wergirtin û wiha got: “Divê ji daxwaza aştiyê neyê tirsîn. Pêdîviya me bi wêrektiyeke rêxistinbûyî heye.” Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin 32 meh in agahî nayê wergirtin. 78 rewşenbîr, nivîskar, hunermend, siyasetmedar û rojnamevanên xwestin tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û daxwaza çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd kirin di 28’ê cotmehê de li Stenbolê deklarasyona “Banga Aştiyê” weşandin.      Yek ji îmzekaran nivîskar Nesîmî Aday, têkildarî geşedanan û girîngiya deklarasyonê axivî.    ‘JI BILÎ AŞTIYÊ RÊYEKE DIN NÎNE’    Aday, diyar kir ku pêwistî bi aştiyeke navnetewî heye û wiha got: “Ji aliyê ekolojîk ve pêdivî bi aştiyê heye ji ber ku em hêdî hêdî cîhanê dikujin. Mirovên ku xwe dikujin cîhanê jî dikujin. Divê mirov demildest bi cîhanê re lihev werin. Axa ku derfetên şer diafirîne, derfetên aştiyê jî diafirîne. Ji bilî pêkanîna aştiyê li Tirkiyeyê ti rêyeke me ya din nîne.” Aday, destnîşan kir ku avakirina aştiyê pêdiviyeke û wiha got: “Aştî; hem ji bo Kurdistanê hem jî ji bo Filistînê girîng e. Banga me ku banga aştiyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan jî digire nava xwe, divê ji bo aştiya Mezopotamya û Rojhilata Navîn weke firsendekê bê dîtin. Lê dinya gelek bi deng e, dengê me yê ji bo aştiyê bang dike, nayê bihîstin.”   ‘SEDEMÊ KRÎZAN PIRSGIRÊKA KURD E’    Aday, bal kişand ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke pir tebeqe ye û wiha berdewam kir: “Di bingeha gelek pirsgirêkên li Tirkiyeyê tên jiyîn pirsgirêka kurd heye. Sedsala ewil a komarê di serî de ji bo kurd û elewiyan ji bo gelek netewan xemgîn e. Niha sedsala duyemîn jî bi vê xemgîniyê dest pê dike. Di metna me de îtîrazî vê jî tê kirin. Paradîgmaya yek milet, yek ziman, yek ol a li ser vê axa qedîm ku yekparebûna etnîkî, bawerî û çandan e, hatiye avakirin,  rêşaşiyên bimirin afirandin. Yek ji van rêşaşiyan a herî girîng jî pirsgirêka heq û hiqûqê ye. Ji bo aramiya siyasal, aborî û civakî em çareseriyan biafirînin. Heke dê aboriya şer bi dezenformasyona cemaweriyê berdewam bike û dînamîkên krîzan dê ji jiyana me kêm nebin.”   ‘DIVÊ OCALAN MUXATAB WERE GIRTIN’    Aday, ê qala “pêvajoya diyalogê” ya di navbera salên 2013 û 2015’an de li Îmraliyê hatin meşandin, destnîşan kir ku bi muxatabgirtina Abdullah Ocalan pirsgirêk dikare bê çareserkirin. Aday, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yên şer dikin elbet aştiyê jî pêk tînin. Em jî wan nas dikin ew jî hev nas dikin. Tişta dikeve berê qada sivîl, hilweşîneriya şer û qiymeta aştiyê bi bîr bixe. Ji ber vê yekê dikarin weke di ‘pêvajoya çareseriyê’ de Abdullah Ocalan muxatab girtin ji nû ve pirsgirêkê çareser bikin.”   Aday, ê tecrîda li ser Abdullah Ocalan şiband tecrîda li ser Rêberê Efrîkaya Başûr Nelson Mandela yê demekî dirêj li Girava Robben a Efrîkaya Başûr hate ragirtin wiha domand: “Mandela û Ocalan di vî warî de heman çarenûsê parve dikin. Mandela bi bandora kampanyayên navnetewî piştî 27 salan azad bû. Divê heman tişt ji bo Ocalan jî bê kirin û tê kirin jî. Di rojên derbasbûyî de di serî de li welatê Nelson Mandela Efrîkaya Başûr, li Bangladeş, Pakîstan, Tokyo, Hindistan, Kenya û li gelek welatên Latîn Amerîkayê çalakiyên banga ‘Ji Ocalan re Azadî’ hatin kirin. Lê kesên Tirkiyeyê bi rê ve dibin, niha naxwazin van dengan bibîhizin. Dema pêdiviya wan pê hebe û berjewendiyên wan ên siyasî bûn mijara gotinê bi bez diçin giravê û nameyê tînin. Li di çarçoveya mafê hemwelatîbûnê de ji bo Ocalan qannên TCK’ê nayên pêkanîn. Lê belê eşkere ye ku heke Ocalan qet nebe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û eger karibe nêrînên xwe yên li ser mijarê bîne ziman wê di demeke kurt de başbûnek rû bide.”   ‘DIVÊ DENGÊ ABDULLAH OCALAN BÊ BIHÎSTIN’    Aday, ê gotinên Abdullah Ocalan ên “Ez dibêjim ku ez ê rewşa pevçûnê û îhtîmala wê di hefteyekê de ji holê rabikim. Ez dikarim çareser bikim, ez ji xwe bawer im, ji bo çareseriyê jî amade me. Lê divê dewlet jî aqlê dewletê jî tişta pêwîst bike” ku di hevdîtina bi parêzerên xwe re ya di 7’ê tebaxa 2019’an de gotin bi bîr xist û ev tişt gotin: “Wisa xuya dike ku ji axaftina wî, ji bihîstina dengê wî jî ditirsin. Heke bi Girava Îmraliyê re têkiliyên jiyana siyasî nedihatin qutkirin. Em dikarin vê rewşê weke ku aştiyê naxwazin jî bixwînin.”   Aday got ku “Heke tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û dengê wî were bihîstin dê şerê siyasî yê di navbera tirkan û kurdan bi dawî bibe û wiha lê zêde kir: “Abdullah Ocalan dikare di çarçoveya paradîgmaya neteweya demokratîk de bi taybetî ji bo krîza siyasî ya Rojhilata Navîn, Sûriye û Iraqê tevkariyên sîmbiyotîk bike. Dikare dînamîkên aştiya civakî weke ku me di Pêvajoya Çareseriyê de dîtiye û tecrûbe kiriye, çalak bike.”   ‘DIVÊ JI AŞTIYÊ NEYÊ TIRSÎN’    Aday, destnîşan kir ku pêwîst e Tirkiye bi kurdan re li hev were, ji bilî vê yekê bêçaretiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Daxwaza mafê siyasal yê ji netewbûnê tê yê zêdetirî 25 milyonan kurdan bi mirin, koçberî, gef û tecrîdê nikare bê rawestandin. Dewletê ji bo Dêrsimê gotibû ‘Sefer dibe serkeftin nabe’. Heke Qirkirina Dêrsimê weke serkeftin neyê jimartin, serkeftin pêk nehatiye. Ji ber ku şer berdewam dike. Weke ku dewlet di çavkaniyên xwe de jî diyar dike ‘serhildana 29’emîn’ berdewam dike. Em ne şer aştiyê jiyana hevpar a di bingeheke demokratîk de diparêzin. Divê kompozîsyona îmzeyên me avêtine di vê çarçoveyê de bên xwendin. Dema aştî pêk neyê dibe ku sedsaleke din jî bê hebakirin. Di vê çarçoveyê de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê hemû kes û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê. Divê em ji daxwaza aştiyê netirsin. Em li bendê ne ku li dijî dengê şer bibin dengê dilnizm ê aştiyê. Ev berpirsyariya exlaqî û wijdanî ya her kesê ku dibêje ez rewşenbîr, hunermend û nivîskar im e. Em niha li ber gotina tiştekî nû ne. Me gelek mirin dîtin gelek hêsirên çavan rijandin. Ji bo aştiyê pêdiviya me bi wêrektiyeke rêxistinbûyî heye.”   MA / Mujdat Can