Di doza tacîzkirina zarokê de 8 sal û 4 meh cezayê hefsê li faîl hate birîn 2023-11-13 14:13:47   RIHA - Di doza tacîza zayendî ya li dijî zaroka 10 salî ya li Wêranşerê de 8 sal û 4 meh cezayê hefsê li faîl M.S. hate birîn.    Kesê bi navê M.S. ku li navçeya Wêranşar a Rihayê li dijî zirxwişka xwe ya 10 salî bi awayekî sîstematîk tacîza zayendî kir. Derheqê faîl M.S. de doz hatibû vekirin û 4’emîn danişîna dozê li Dadgeha Cezayên Giran a Wêranşarê hate lidarxistin. Bersûc M.S. ku negirtî tê darizandin di danişînê de amade bû. Her wiha ji parêzerên malbata mexdûr Alî Osman Ulutaş di danişînê de amade bû û parêzera din Jiyan Kaya jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû.    Mutalaaya bi daxwaza girtinê hate xwendin û piştre jî li parastina bersûc û parêzeran hate guhdarîkirin. Dadgehê, 15 sal cezayê hefsê da bersûc. Lê belê dadgehê bi hinceta “temen” sûcê bersûc daxist 8 sal û 4 mehan.