375 êzidiyên din jî vegeriyan Şengalê 2023-11-13 17:24:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku ji wargeha koçberan a Zaxoyê 375 koçberên êzdî bi dilxwazî vegeriyane warên xwe yên li Şengalê.   Vegera koçberên êzdî ya ji bo Şengalê bênavber dewam dike. Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku 375 koçberên êzdî ji wargeha Persef Yek ya li bajarokê Zaxo ya Herêma Kurdistanê, bi daxwaza xwe vegeriyane warên xwe yên li Şengalê.   Di daxuyaniyê de hat gotin ku proseya ji bo vegerandina penaberên di wargehan de dewam dike, ji bo kesên vedigerin warên xwe pêwistiyên bingehîn tên dabînkirin.