Li Şengalê wesayîtek hat bombebarankirin: 3 kes birîndar bûn 2023-11-14 08:36:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafireke bêmirov û biçek ya Tirkiyeyê li Sinûnê wesayîtek bombebaran kir û hat zanîn ku 3 kes birîndar bûne.   Balafireke bêmirov û biçek ya Tirkiyeyê duh bi şev li bajarokê Sinûnê yê Şengalê wesayîtek bombebaran kir. Li gorî zanyariyan, di encama êrişê de 3 kes birîndar bûne û birîndar jî rakirine nexweşxaneya giştî ya Sinûnê.   Tê payîn ku têkildarî êrişê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Şengalê ve daxuyaniyek berfireh bê dayîn.