ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-14 09:00:14 * Rojnameger Baran Germiyanî diyar kir ku PDK’ê piştî şer û pevçûnên li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê li ser daxwaza Tirkiyeyê bi dehan gund vala kirine û got: “Ji ber êrişên dagirkeriyê 158 gund hatine valakirin û zêdetirî 600 gund di gefa valakirinê re rû bi rû ne."    * Ji ber kar û barên siyasî doz li endamê Koma Aştiyê Mehmet Şîrîn Tûnç hatibû birîn. Di dozê de biryara beraetê hat dayîn û hat destnîşankirin ku îtibar bi beyanên şahidan nehatiye kirin û delîl divê xwes bisipêrin îspatkirinekê.    * Hevserokê Şaxa ÎHD'a Rihayê Îsmîl Tûtal der barê nîqaşên binpêkirina Destûra Bingehîn de ku piştî serîledana Dadgeha Bilind a li dijî endamên Dadgeha Destûra Bingehîn hatibû destpêkirin, got ku heke muxalefet li dijî tecrîdê derketa ev binpêkirinên hiqûqî pêk nedihatin.   * Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo ku şer û pevçûn bi dawî bibin bang li hemû beşên civakê kirin ku tev li “Meşa Azadiyê” ya ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin bibin.   * Cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî ku hatin bidarvekirin, 86 sal in nayê zanîn. Neviya Seyîd Riza, Zelîha Polat got: “Gorek ku em ê findên xwe li serê vêxin nîne.”    * Danişîna doza derbarê Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar de hatiye vekirin dê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna doza derbarê Mizgîn Karataş de ji ber îfadeyên şahidê vekirî hatibû vekirin dê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Danişîna doza têkildarî mirina Tevrîz Dora yê 3 salî derbarê 3 polîsan de hatiye vekirin dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê bê lidarxistin. (10.00)   * Danişîna doza der barê 38 kesên di nava wan de endamên HDK’ê jî hene de hatiye vekirin dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Tekîrdagê bê lidarxistin. (13.30)