'Heke li dijî tecrîdê bertekên xurt hebûna dê nekariyan bêhiqûqtiyê bikin' 2023-11-14 09:12:54 RIHA - Hevserokê Şaxa ÎHD'a Rihayê Îsmaîl Tûtal der barê nîqaşên binpêkirina Destûra Bingehîn de ku piştî serîledana Dadgeha Bilind a li dijî endamên Dadgeha Destûra Bingehîn hatibû destpêkirin, got ku heke muxalefet li dijî tecrîdê derketa ev binpêkirinên hiqûqî pêk nedihatin.   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tên girtin, 32 meh in tu agahî jê nayên girtin. Her çend di Destûra Bingehîn de mafê hevdîtina girtiyan bi malbat û parêzeran re hatiye misogerkirin jî, Destûra Bingehîn li Girava Îmraliyê hatiye rawestandin. Girava Îmraliyê ku Destûra Bingehîn li gel tecrîda mutleq hat binpêkirin, bû navenda binpêkirinên mafên mirovan û bêhiqûqîtiyê.    Dema ku qanûn û Destûra Bingehîn a li Girava Îmraliyê fonksîyona xwe winda kir, bêhiqûqiya ku ji aliyê pergala tecrîdê ve tê meşandin li hemû beşên civakê belav bû. Herî dawî 3’yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind, ji ber biryara ‘binpêkirina mafan’ a ku Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ê girtî Can Atalay dayî, giliyê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) kir. Piştî vê yekê nîqaşên binpêkirina Destûra Bingehîn jî dest pê kirin.    Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê Îsmaîl Tûtal ku nîqaşên li ser Destûra Bingehîn a nû nirxand û bal kişand ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, got ku ji bo sepandina hiqûqê divê tecrîd bi dawî bibe.    'QANÛN LI ÎMRALIYÊ HATIYÊ RAWESTANDIN'   Tûtal anî ziman ku di cîhanê de mînakeke bi vî rengî ya tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nîne û got ku qanûn li Girava Îmraliyê hatiye rawestandin. Tûtal, têkildarî nîqaşên li ser Destûra Bingehîn a nû jî ev tişt gotin: “Destûra Bingehîn nayê pêkanîn. Tecrîda li ser birêz Ocalan, binpêkirina Destûra Bingehîn e. Her çendî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn der barê dayikên Şemiyê de hebe jî, rêveberî vê biryarê bi cih nayîne. Ji ber ku rêveberî bi talîmata hikûmetê biryaran bi cih tîne. Bi vî awayî gelek biryarên Destûra Bingehîn û mafên ku nas dike tê binpêkirin. Helbet Destûra Bingehîn a nû pêwîst e lê Destûra Bingehîn a darbeyê ya heyî jî nayê bicihanîn. Ji ber vê yekê jî nîqaşên li ser Destûra Bingehîn a nû hêviyê nade."   'MEKAZAGON JI BO HEMÛ KESAN HEWCE YE'   Tûtal serlêdana sûc a 3'yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind a li dijî endamên Dadgeha Destûra Bingehîn ji ber biryara Can Atalay jî wiha nirxand: "Muxalefet ji aliyekî re ker û lal e ji aliye din jî deng derxîne nikarê tu hiqûqê û mekazagonê binparêze. Ji ber ku 3 sal in tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan nayên girtin, ev yek jî bi awayekî şenber dide der ku  Destûra Bingehîn nayê bicihanîn. Lê li dijî tecrîda li ser birêz Ocalan muxalefet deng dernaxîne. Bi vî awayî jî tu encam dernakeve.  Pêwîste li dijî hemû binpêkirinên Destûra Bingehîn bertek bê nîşandan. Ji aliyekî re deng derxînin û ji aliyê din re jî bê deng mayin ne tu muxalefetê. Hiqûq û mekazagon ji bo hemû kesan hewceye."   'LI DIJÎ TECRÎDE DENGÊ XWE BILIND BIKIN'   Tûtal destnîşan kir ku divê hemû beşên civakê li dijî tecrîda li Girava Îmraliyê dengê xwe bilind bikin û wiha pê dê çû: “Heke mûxalefet li dijî tecrîda Îmraliyê derketa ev binpêkirinên hiqûqî pêk nedihatin. Pêwîst e her kes vê yekê bi dengekî bilind bîne ziman û ev tecrîd di zûtirîn demê de bê rakirin. Piştî ku pêvajoya tecrîd û şer dest pê kir em hatin vê rewşê. Ji ber ku em wê demê li dijî tecrîdê derneketin îro Can Atalay û gelek binpêkirin û bêhiqûqî rû didin. Tecrîd û şer bandor li ser hemû beşên civakê dike lewma ne rewşek e ku tenê bi siyaseta kurd çareser bibe dive her kes dengê xwe bilind bike. Sedema pirsgirêkên aborî û krîzên civakî yên em dijîn, polîtîkaya ewlekarî û tecrîdê ya dewletê ye. Heta ku tecrîd û pevçûn berdewam bikin, aştî û aramî nayê vî welatî. Her kes bû şahidê bandora birêz Ocalan a li ser pêvajoya çareseriyê. Ji bo vê jî divê demildest tecrîd bê rakirin, birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û pêvajoya muzakereyê ji nû ve dest pê bike."   'DIVÊ DEMILDEST TECRÎD BÊ RAKIRIN'   Tûtal, bi lêv kir ku bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pirsgirêka kurd bê çareserî hat hiştin û axaftina xwe bi van gotinan qedand: "Di nava sed salan de ji damezirandina komarê heta roja îro, gelek komkujî pêk hatin, gund hatin şewitandin û bi hezaran kes hatin windakirin. Pirsgirêkên mezin rû dan. Divê ev pirsgirêkên mezin di zûtirîn demê de bên çareserkirin. Em hemû rola birêz Ocalan di pêvajoya çareseriyê de dizanin. Pêvajoya ku bi polîtîkaya tecrîdê dest pê kir zexteke mezin li partî, komele û sendîkayan kir. Vê yekê kêşeyeke civakî derxist holê. Bêhiqûqiyeke mezin pêk tê. Serlêdanên ji bo komeleya me pir zêde ne. Di pêvajoya çareseriyê de ev pirsgirêk hatin kêmkirin. Di Newroza Amedê ya sala 2013’an de ku di pêvajoya çareseriyê de nameya birêz Ocalan hat xwendin, bi milyonan kes hatin cem hev. Bandora nameyê li ser temaşevanan pir bû. Heta ku ev pirsgirêk bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin, dê her tim binpêkirinên mafên mirovan rû bidin. Rola Birêz Ocalan di derketina ji van pirsgirêkan de diyar e, lewma divê di zûtirîn dem de tecrîd bi dawî bibe û gavên demokratîk bên avêtin. Bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser nabin û welatên Rojhilata Navîn jî demokratîk nabin.”   MA / Mahmût Altintaş