Ji 3 zarokên di şewatê de birîndar bûn yekî jê jiyana xwe ji dest da 2023-11-14 11:20:36   RIHA - Di jêrzemîna apartmeneke li Şirnexê de şewat derketibû û 3 zarok birîndar bûbûn. Ji zarokan yek jê li nexweşxaneya Rihayê jiyana xwe ji dest da.    Di 12’ê mijdarê de li Taxa Cumhuriyetê ya Şirnexê di jêrzemîna avahiya TOKÎ’yê de ji ber sedemeke nediyar şewat derketibû. Di şewatê de 4 zarok di nav şewatê de asê mabûn û Hozan T. (14) li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.    Ji zarokan Umutcan Mahmût K. (15), Kenan Y. (12) û Enes U. (14) ku bi giranî birîndar bûbûn jî ji ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî ku rewşa wan biran bû, bi helîkopterê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê hatin kirin.    Ji zarokan Umutcan Mahmût K. tevî hemû hewldanan jî îro di danê sibehê de jiyana xwe ji dest da. Tedawiya zarokên din ên li beşa lênihêrîna awarte didome û hat zanîn ku rewşa wan giran e.