Di hevdîtinên bûdçeya MEB’ê de protestoya zimanê dayikê 2023-11-14 11:29:36 ENQERE - Parlamenterên HEDEP’ê di hevdîtinên bûdçeya MEB’ê de ji ber ku bo kurdî û zimanên din çavkanî veneqetand û danê xwarina nîvro yê xwendkaran rakir, wezaret bi dovîzan protesto kir.    Hevdîtinên “Teklîfa Qanûna Bûdçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2024’an” ku bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan pêşkeşî Serokatiya Meclisê hate kirin, li komîsyona Plan û Bûdçeyê berdewam in. Hevdîtinên ji bo Bûdçeya Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) îro dest pê kir û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) protesto kirin.    Parlamenterên HEDEP’î ji ber ku ji bo zimanê kurdî û zimanên din çavkanî nehate veqetandin, wezaret protesto kirin. Parlamenter, bi dovîza “Perwerdeya bi zimanê dayikê maf e” ketin eywana civînê.    Di heman demê de parlamenteran rakirina xwarina bêpere ya danê nîvro ji hêla MEB’ê ve jî bi dovîza “Danekî xwarinê maf e” protesto kirin.