Di doza ‘mala biewle’ de biryara beraetê 2023-11-14 11:43:16     AMED - Mizgîn Karataş a ku li ser îdiaya “mala wê malek biewle ye” ya Umît Akbiyik der barê wê de doza “endamtiya rêxistinê” hatibû vekirin, beraet kir.    Şahidê eşkere Umît Akbiyik li ser sedan kesan îfade da û di 25’ê nîsanê di çarçoveya îfadeyên wî de li 21 bajaran bi awayekî hemwext bi ser malan de hate girtin. Yek ji kesên hatibû girtin jî Mizgîn Karataş bû û ew di danişîna ewil a dozê de ku 5’ê cotmehê hatibû lidarxistin, hatibû berdan. Danişîna doza Karataş îro li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam kir. Karataş beşdarî danişînê nebû û parêzerê wê Hasan Yalçin di danişînê de amade bû.    Hasan Yalçin da zanîn ku di dosyeyê de tenê îfadeyên Umît Akbiyik ê ku ji qanûna poşmantiyê sûdê wergirtiye hene û îfadeyên şahid ên di dema lêpirsînê û di dema dadgehê de daye hev nagirin û bi nakokî ne.    Yalçin bal kişand ser gotina Akbiyik ku ji bo miwekîla wî gotiye, “mala wê malek biewle ye” û wiha got: “Şahid dibêje ku li wê malê civîn li dar xistine, di wê dîrokê de miwekîla min ne li malê bûye û li wê malê îqamet nekiriye. Îfadeyên şahid ku li ser mala miwekîla min daye, ev îfade di warê hiqûqî de bê palpişt e.”    Dadgehê bawerî bi wê yekê anî ku Karataş sûc nekiriye û biryara beraeta wê da.