Doza Aktar bi sedema ‘şandeya demkî’ hat taloqkirin 2023-11-14 13:20:12   AMED - Danişîna doza der barê Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar de ku hatibû vekirin ji ber şandeya demkî hatibû wezîfedarkirin, hat taloqkirin.    Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar bi hinceta girtekê têkildarî lêgerîna bêqaîde ku parve kiribû û navê dozger têde xuya dikir, bî îdiaya “wezîfedarê cemaweriyê hedef daye nîşandan” der barê wî de doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin.    Şandeya demkî ji bo danişînê hat wezîfedarkirin. Aktar ji ber guhertina şandeyê beşdarî danişînê nebû. Parêzerê wî Resûl Temûr di danişînê de amade bû.    Temûr bi sedema ku şandeya demkî ji dosyeyê nehaydar e mazeret ragihand. Dadgehê mazerete qebûl kir û danişînê taloqî 29’ê sibata 2024’an kir.