Banga ji bo Meşa Azadiyê: Rêya me rêya azadiyê ye 2023-11-14 14:20:19 AMED - Li Erxenî û Farqînê civînên gel hatin lidarxistin û di civînan de banga beşdariya “Meşa Gemlikê” ya di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlikê ve hat kirin û peyama “Rêya me rêya azadiyê ye” hat dayîn.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED) dê di 18’ê mijdarê de ber bi navçeya Gemlikê ya Bûrsayê ve “Meşa Azadiyê” li dar bixin. Beriya meşê li Amedê civînên hatin lidarxistin.    Li avahiya Rêxistina HEDEP’ê ya navçeya Erxeniyê ya Amedê civîna gel hat lidarxistin. Li eywana civînê pankarta “Bi rêbertiya azad ber bi rizgariya demokratîk ve” hat daliqandin. Di civînê de nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 22’yê kanûna 2010’an de têkildarî Girtîgeha Îmraliyê nivîsandibû, hat xwendin.    ‘RÊYA ME RÊYA AZADIYÊ YE    Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz di civînê de axivî û diyar kir ku agahînegirtina ji Ocalan û dijwarkirina tecrîdê nayê qebûlkirin û got: “Çareseriya pirsgirêka kurd li Îmraliyê ye. Ev meş meşa azadiyê ye, ev meş meşa rakirina tecrîdê ye. Ev meş meşa çareserkirina pirsgirêka kurd e. Rêya me rêya azadiyê ye. Rêya me rêya azadkirina birêz Ocalan e.”    FARQÎN    Li avahiya Rêxistina HEDEP’ê ya Navçeya Farqîna Amedê jî civîna gel hat lidarxistin û gelek welatî beşdar bûn. Li cihê civînê pankarta “Bi rêbertiya azad ber bi rizgariya demokratîk ve” hat daliqandin.    Hevseroka DBP’a Amedê Sultan Yaran di civînê de axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got: “Birêz Ocalan 25 sal in tê tecrîdkirin. Ev tecrîd li ser hemû jiyan û civakê didome. Du sê sal in tu agahî jê nayê girtin û haya kesî ji me ji tenduristiya wî nîne. Ji bo tecrîd rabe li her devera cîhanê çalakî tên lidarxistin. Di 18’ê mijdarê de wê Meşa Azadiyê bê lidarxistin û em ê li Amedê bicivin. Divê ku her kes ji bo vê meşê bi hestiyar tevbigere û her kes li ber tecrîdê rabe.”    Welatiyan jî di civînan de nêrînên xwe anîn ziman û welatiyan destnîşan kir ku “Divê tenê tecrîd di rojeva me de be” û xwestin tavilê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin.