Doza 'Sê jinên azad' hat taloqkirin 2023-11-14 14:52:48   EDENE - Danişîna doza der barê hunermend Şîlan Dora de ku bi hinceta strana “Sê jinên azad” gotiye hatibû vekirin, hat taloqkirin.    Hunermend Şîlan Dora di mitînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya Wanê de strana “Sê jinên azad” striye. Stran hincet hatiye nîşandan û der barê Şîlanê de doz hatiye vekirin. Danişîna ewil a dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin. Dora li Edliyeya Amedê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û parêzera wê Yasemîn Dora Şeker jî li Edliyeya Edeneyê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.    Şîlan Dora diyar kirk u wê li ser daxwaza jinan stranê gotiye û xwest ji dozê bê beraetkirin. Parêzera wê Yasemîn Dora Şeker jî diyar kir ku strana hatiye gotin bi bandrola Wezareta Çand û Turîzmê di albûmê de derketiye.    Dozger xwest Şîlan Dora ji sûcê “pesnê sûc û pesındayîna sûcdar” bê cezakirin. Parêzer li dijî mutalayê dema zêde xwest. Dadgehê daxwazê qebûl kir û danişînê taloqî 16’ê çileya 2024’an kir.