Ji nivîskarên girtî re kart û name hatin şandin: Rojên azad nêzîk in 2023-11-15 13:28:42 AMED - Navenda PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd bi boneya “15’ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Girtîgehê de” kart û name ji nivîskaran re şandin û piştgiriya xwe ya ji bo wan destnîşan kirin.   Navenda PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd, têkildarî “15 Mijdarê Roja Nivîskarên di Girtîgehê de” ku di 15’ê mijdara 1981’an de ji aliyê PENa Navneteweyî ve hatibû ragihandin, li ber Postaxaneya Semta Ofîsê ya Navçeya Bajarê Nû yê Amedê bi rêya postaxaneyê kart û nameyên piştgiriyê şandin girtîgehan. Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan, Hevserokên Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle û Fatma Taşli Tûnç, Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Amedê Sûltan Yaray û Mehmet Şîrîn Gurbuz, Meclisa Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyan tev li bernameyê bûn.   ‘XEBATÊN ME DÊ BIDOMIN’   Piştî şandina kart û nameyan li ber deriyê Postexaneyê axaftin hatin kirin. Ewilî Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan axivî û bal kişand ser girîngiya rojê. Fîdan da zanîn ku ev roj ji aliyê PENa Navneteweyî ve ji bo nivîskarên di zîndanan de hatiye diyarkirin. Fîdan anî ziman ku ew jî weke Navenda PENa Kurd hewl didin piştgiriya nivîskarên ku di girtîgehê de ne, yên ku bi tade û îşkenceyê re rû bi rû dimînin û wiha got: “Me îro kart û name ji nivîskar û rojnamegerên di zîndanan de şand û me piştgiriya xwe ji bo azadiya raman, azadiya xwederbirînê diyar kir. Xebatên me yên bi vî avayî dê bidomin. Peywira me ye ku li tevahiya cîhanê bi her avayî herkes bikaribe mafên xwe yên mirovî, mafên xwe yên azadiya raman bi kar bînin. Em ê li ser vê yekê xebatên xwe bidomînin.”   Piştre Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Fatma Taşli Tûnç axivî û got ku ew hêvî dikin ku nivîskarên di zindanan de jî azad bibin û wan jî di nava xwe de bibînin.    ‘ROJÊN AZAD NÊZÎK IN’   Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sûltan Yaray jî axivî û destnîşan kir ku ew jî weke DBP’ê piştgiriyê didin PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd. Yaray diyar kir ku şermek mezine ku nivîskar ji bo fikir û ramanên xwe di zindanan de bin û wiha got: “Em vê yekê şermezar dikin. Divê tu kes li tu derê cîhanê ji ber fikir û ramanên xwe neyên zîndankirin. Em ji vê derê silavên xwe ji nivîskarên di zîndanan de dişînin. Rojên Azad nêzîk in û dê her kes di vê sedsalê de bi demokrasiyê bi hev re azad bijî.”   ‘PÊKÛTIYÊN LI SER ROJNAMEVANAN PÊKÛTIYÊN LI SER GEL IN’   Dû re Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan, Hevserokên Komeleya Wêjekarên Kurd Fatma Taşli Tûnç û Rêdûr Dîjle û Seroka MKG’ê Roza Metîna ji bo piştgiriyê ku endamên komeleyê û rojnemeger jî di girtîgehê de ne, serdana Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) kirin. Li Komeleyê dîsa Fîdan axivî û da zanîn ku ew vê rojê gelek girîng dibînin û naxwazin pîroz bikin. Fîdan got ku ew vê rojê weke bi boneyeka parastina azadiya raman, mafên nivîskariyê û rojnamegeriyê dibînin. Fîdan destnîşan kir ku ew xebatên ku ji bo nivîskarên di zindanan de divê her roj bên kirin, ew di vê rojê de jî careke din hewl didin.    ‘HEM XEBAT HEM JÎ BERXWEDAN DIDOME’   Herî dawî Hevserokê DFG’ê Serdar Altan axivî û ji bo serdanê spasiya şandeyê kir. Altan diyar kir ku rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên kurd di bin gelek zehmetî û pêkûtiyan de xebatên xwe dimeşînin û got divê ev yek ne wisa be. Altan da zanîn ku hevalên wan hê jî girtî ne û wiha got: “Ji salên 90’î heta îro ev pêkotî berdewam dikin. Lê li gel vê yekê berxwedanek jî heye. Kesên ku xebatên xwe dimeşînin û dixwazin vê kevneşopiyê berdewam bikin, bi awayekî xwe li ser pêyan digirin. Niha jî hem xebat hem jî berxwedan berdewam dike. Berdelên vê yekê hene û hevalên me jî vê berdelê didin. Em bawerin xebatên ku derve tên meşandin û piştgiriyê vê zilm û zoriyê sist bike.”   Piştî axaftinan Tûnç, Dîjle û Fîdan ji bo bibin endamên DFG’ê form tije kirin û bername bi dawî bû.