Xwişk û birayên polîsan gef lê xwaribûn hatin berdan 2023-11-15 15:56:04   RIHA - Li Rihayê polîsan gefa “Em ê we kevil bikin” li Azîz û Dîlber Beyaztaş xwaribûn. Xwişk û bira bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Polîsan li navçeya navendî ya Eyyubiye ya Rihayê gefa “Em ê we kevil bikin” li xwişk û birayên Azîz û Dîlber Beyaztaş xwaribûn. Piştre jî polîsekî giliyê Beyaztaşan kir. Azîz Beyaztaş (36) û xwişka wî Dîlber Beyaztaş (38) ên hatin binçavkirin bi şertê kontrala edlî hatin berdan.    Xwişk û birayan duh bi şev li Amirtiya Polîsan a Sarayonuyê îfade dan. Li vir bi îdiayên “milet, komar, sazî û dezgehên tirk biçûk xistine” û “ji bo astengkirina peywira cemaweriyê li ber xwe dane” hatin tawanbarkirin. Xwişk û birayan ev tawanbarî red kirin û ji ber êrişî wan kirin giliyê polîsan kirin.    Piştî karûbarên li emniyetê jî îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozger, Azîz Beyaztaş bi daxwaza girtinê û Dîlber Beyaztaş jî bi şertê kontrola edlî sewqî dadgeriyê kir. 2’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Rihayê xwişk û bira bi şertê kontrola edlî berda.