Kapan piştî 30 sal û 7 mehan ji girtîgehê derket 2023-11-15 21:15:29       AMED – Osman Kapan ê ku berdana wî 2 caran hatibû astengkirin, piştî 30 sal û 7 mehan ji girtîgehê derket.    Osman Kapan ê ku berdana wî di caran hatibû astengkirin, piştî 30 sal û 7 mehan îro ji Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê derket. Kapan ku di sala 1993'yan de li gundê Xirabaşeref ê Hezex a Şirnexê hatibû girtin û bi îdiaya "xerakirina yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê hatibû birîn, di 13'ê Nîsanê de 30 salên xwe yên li girtîgehê temam kiribû, lê ji ber ku "poşmanîtî qebûl nekiribû" berdana wî 3 mehan hatibû taloqkirin. Piştî vê diviyabû Kapan di 13'ê Tîrmehê de ji girtîgehê derketa, lê dîsa bi heman hincetê berdana wî 4 mehan hatibû taloqkirin.   Kapan, piştî 30 sal û 7 mehan ji girtîgehê derket. Malbata wîduh ji hezexê bi rê ket û rîo gihaşt Bolûyê. Malbata Kapan û endamên TÛAY-DER'ê Kapan li ber girtîgehê bi tilîlî û çepikan pêşwazî kirin. Kapan piştî ji girtîgehê derket tevî kesên ew pêşwazîkirin ber bi HEzexê ve bi rê ket.