Kujerê Hrant Dînk, Ogun Samast hat berdan 2023-11-15 22:12:01   ENQERE- Ogun Samast, kujerê Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk, hat berdan.    Ogun Samast ku di 19'ê Çileya 2007'an de li ber avahiya Rojnameya Agosê, Gerînendeyê Weşana Giştî ya Agosê Hrant Dînk kuşt, hat berdan.   Samast ku êrişî Dînk kirib», di 20'ê Çileya 2007'an de li xeraca Samsûnê hatibû zevtkirin. Ogun Samast ku di 24'ê Çileya 2007'an de hat girtin, Sibata borî ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê neqlî Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê hat kirin. Îdareya girtîgehê, bi hinceta "rewşa baş" Samast berda.    Samast vê êvarê ji Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê derket.