Abdullah Ocalan: Ez di oxira wê de bimirim jî ez ê nêrînên xwe bêjim 2023-11-16 09:04:23   AMED - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 32 meh in agahî jê nayê girtin diyar kiribû ku di 17’ê mijdara 2009’an de hucreya wî hatiye guhertin û peyama “neaxive” dane wî û gotibû: “Ez li vir ji bo gel têbikoşim, dijîm. Wê her tim têkoşîna minî ya bi rûmet û jiyana ji bo gel hebe.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîpa F’yê de dîlgirtî ye. Ji bo ku Ocalan ji gel were tecrîdkirin û îzolekirin, li Girava Îmraliyê tê ragirtin. 32 meh bi tu awayî destûr nayê dayîn ku parêzer û malbata Ocalan biçe hevdîtinê û ji 25’ê Adara 2021’ê ve agahî jê nayê girtin.    Ji bo Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê neke, bi sedan car cezayê hucreyê lê hat birîn. Ocalan di mijdara 2009’an de diyar kiribû ku di 17’ê mijdara 2009’an de hucreya wî hatiye guhertin û vê yekê wekî “darbeyê” nirxandibû. Ocalan guhertina hucreyê wek “Darbeya 17’ê Mijdarê” pênase kiribû û ji wê rojê ve ev 14 sal in tecrîda li Îmraliyê hat dijwartirkirin.    HAT XWESTIN KU BI CEZAYÊN HUCREYÊ DENGÊ WÎ BÊ QUTKIRIN    Ji roja Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê hatiye ragirtin û heta roja me ya îro gelek caran bi îdiayên cuda cezayên hucreyê lê hat birîn û hat xwestin dengê wî bê qutkirin.    Ocalan diyar kiribû ku piştî her nirxandinek dike cezayê hucreyê li gotinên wî tê birîn û gotibû, “Hewl didin peyama ‘tu neaxive’ bidin min. Mafên min ê parastinê tên binpêkirin.”    Ocalan di 18’ê çileya 2006’an de di hevdîtina bi parêzerên xwe re diyar kiribû ku ji ber nirxandinên der barê perwerdeya bi zimanê dayikê de cezayê hucreyê lê hatiye birîn û wiha gotibû: “Min got her kes dikare mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bixwaze. Min ev yek ji bo hemû gelên Tirkiyeyê got. Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e ku di belgeyên din ên navneteweyî yên wekî Neteweyên Yekbûyî û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de jî cih girtiye. Ji ber ku ev her sê nifş mafên bingehîn in, her kes dikare daxwaza wan bike. Çi eleqeya vê bi serhildanê re heye? Ez deh caran difikirim, dipîvim û li gorî wê diaxivim. Tevî vê yekê jî ew vî cezayî didin min.” Abdullah Ocalan anîbû ziman ku şêwazeke çalakiya mîna Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmeha 1982'yan li ser wî hatiye ferzkirin û wiha got: “Çavê we li Îmraliyê be. Rewşeke xeternak e. Heke îmhaya min bihata kirin, wê qetlîameke kurdan a ku qetlîama ermeniyan du qat bikira pêk bihata. Bi dîtina min kesên wisa difikirin di nav dewletê de jî hene. Ez ji vê re dibêjim şêwaza çareseriya Enwerkî ya nû. Divê her kes di vê mijarê de hestiyar be."   DI WARÊ SIYASÎ DE CEZAKIRIN    Abdullah Ocalan di hevdîtina bi parêzerên xwe ya 16’ê gulana 2007’an de diyar kiribû ku bi hucreya yek kesî "cezayê siyasî" lê hatiye birîn û têkildarî şert û mercên hevdîtina 19'ê îlona 2007'an de ev tişt anîbû ziman: "Bi rastî jî ez seranserî vî cezayê hucreyê zehmetiyan dikişînim. Jixwe li vir atmosferek dijwar û tengahî heye. Ez dixwazim hemû raya giştî bizanibe; Ev hucreya yek kesî ji polîtîkayên hikûmetê qut nîne. Hucreya yek kesî bi agahiya Serokwezîr tê dayîn. Roja ku Abdullah Gul ji bo serokkomariyê hat hilbijartin, li ser min hucreya yek kesî hat ferzkirin. Cezayê berê di roja ku mutabaqata 27’ê Nîsanê hat dayîn dest pê kir. Ev ne tesadufî ne.”    ‘DIXWAZIN KU EZ NEAXIVIM’    Di sala 2009’an de vê carê bi hinceta Ocalan “gef li Serokkomar û Serokwezîr xwariye” cezayê hucreyê lê hat birîn. Ocalan der barê mijarê de gotibû, “Helbet yek ji van jî ne rast e. Min gef li kesî nexwariye û ez naxwim jî. Û min hişyarî nedaye kesî jî. Armanca van cezayên ku didin min, bêdengkirina min e. Dixwazin ku ez bêdeng bibim. Nedana pirtûk û televîzyonan ku mafên min jî girêdane cezayê hucreyê. Yanî ji min re dibêjin, ‘heke tu biaxivî, tu yê ji mafên xwe mehrûm bimînî’. Li pişt van cezayên hcureyên tenê ne Tirkiye heye, Îsraîl jî heye. Nêrînên min dizanin, naxwazin ez biaxivim.”    ‘EZ JI BO AŞTIYEKE WATEDAR HEWL DIDIM’    Abdulah Ocalan di heman hevdîtinê de dîsa destnîşan kiribû ku ew ji bo aştiyek watedar hewldanan dide û dixebite û gotibû, “Ez wek kesek xwedî wîjdan, ewqas sal in ez ji bo çareseriyê têdikoşim.”    Abdullah Ocalan rojek bi pey 17’ê Mijdara 2009’an re ku xistibûn hucreya yek kesî bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî û ew rewşa ku pê re rû bi rû mabû wiha nirxandibû: “Ev rewşa dijwartirkirina tecrîdê ye. Dixwazin derdora min teng bikin û bi girankirina şertên min re, min teslîm bigirin.”    ‘BILA CPT WERE BERHEMA XWE BIBÎNE’    Abdullah Ocalan di hevdîtina 25’ê mijdara 2009’an de bi rêya parêzerên xwe têkildarî nêzîkatiya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) wiha gotibû: “Niha min xistine hucreya 6 metre kareyi. Dixwazin bi vê guhertinê raya giştî şaşa agahdar bikin û zextên raya giştî û CPT’yê kêm bikin. Piştî guhertina hucreyê min li ser rewş û şertên xwe rapor pêşkêşî CPT’yê û DMME’yê kir. Jixwe CPT û DMME’yê vê girtîgehê pêşniyar kir. Ev proje û berhema wan e. CPT ji vê rewşê berpirsiyar e, ev plana wê ye. Ew neçar in werin vir, bibînin û lêkolînê bikin. Nexwê wekî din nabe. Divê ev yek eynî wisa ji wan re bê gotin. Divê CPT’î were vir û berhema ku afirandiye bibîne.”    ‘MENDERES 24 SAET LI VIR ÎDARE NEKIR’    Abdullah Ocalan di heman hevdîtinê de der barê guhertina hucreya xwe de jî gotibû, "Weke hûn jî dizanin di 17'ê Mijdarê de min anîn vir. Ev derbe ye. Ez anîna xwe ya li vir weke darbeyê dibînim, weke darbeya 17’ê Mijdarê pênase dikim. Divê ev wek darbeya 17’ê Mijdarê bê zanîn. Tevî ku Menderes (Adnan) 24 saetan li vir ma jî, nekarî li ber xwe bide û îdare nekir. Ez yanzdeh sal in li vir têm ragirtin û hewl didim ku xwe li ser pêya bigirim. Heke baweriyeke min a pir xurt nebûya, min ê li vir çalakiyên mîna xwekuştinê bikira. Ez her roj ji bo berpirsyariyên xwe li vir têdikoşim û ji bo têkoşîna gel dijîm. Têkoşîna min a bi rûmet û jiyana min wê di vê çarçoveyê de her tim ji bo gelan be.”    ‘ÇALA MIRINÊ’    Ocalan di hevdîtina 13’ê çileya 2010’an de jî hucreya lê dihat ragirtin wek “Çala Mirinê” pênase kiribû û diyar kiribû ku cezayê hucreyê yê 20 rojan ku berê lê hatibû birîn hatiye erêkirin û daxwaz kiribû ku parastina wî ya 160 rûpel bo DMME’yê bê şandin lê belê parastina wî bi hinceta ku di parastina wî de perwerde, propaganda û fermndayîn heye hatiye redkirin.    Abdullah Ocalan diyar kiribû ev hincetên ji bo parastina wî hatine nîşandan ne rast in û wiha gotibû: “Ez fermanê nadim kesî. Jê re tê gotin perwerde, lê hemû parêznameyên min perwerde ne. Di van şert û mercên dîlgirtinê de, di şert û mercên mehkûmî de ne mimkûn e ku ez vê yekê bikim û di vê rewşê de ez vê yekê exlaqî nabînim. Lê belê ez ê her nêrîn û fikrên xwe bidomînim. Tu kes nikare min ji ramanên min dûr bike û asteng bike. Ez di oxira wê de bimirim jî ez ê nêrînin xwe bêjim. Tesbîtên ku ez li vir dikim, ne ferma in, lê analîz û dahurandinên sosyolojik in.”    MA / Rûkiye Adiguzel