Qeyûm bi milyon û 385 hezar TL'yan ala stendin 2023-11-16 09:09:49   ÊLIH - Şaredariya Êlihê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, ji bo îhaleya "karê stendina alayan" milyonek û 385 hezar TL xerc kir.    Şaredariya Êlihê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, ji bo îhaleya "karê stendina alayan" milyon û 385 hezar TL xerc kir. Îhale di 27'ê cotmehê de hat çêkirin. Di îhaleyê de tenê fîrmayekê teklîf da. Di dawiya îhaleyê de ku Şîrketa Înşeat, Pîşesazî û Bazirganiyê ya Garazanê îhaleyê girt, demek berê li kolanên qerebalix ên bajêr ala hatin daliqandin. Alayên ku li Kolana Diyarbekirê hatin daliqandin, bi milyon û 385 hezar TL'yî hatin stendin.    BERÊ JÎ MILYON Û 550 HEZAR TL HATIBÛ XERCKIRIN   Rêveberiya qeyûm, ji Kanûna 2021'ê heya dawiya 2022'yan ji bo stendina ala, flama û posteran jî milyon û 550 hezar Tl xerc kiribû.    ‘NAYÊ QEBÛLKIRIN'   Hevşaredara Êlihê SOngul Korkmaz ku ji peywirê hat girtin destnîşan kir ku qeyûm projeyek talankirinê ye. Korkmaz bilêv kir ku tiştên navborî diviyabûn ji aliyê walîtiyê ve bihatana stendin lê hemû ji budçeya şaredariyê hatine stendin û got ku ev bi tu awayî nayê qebûlkirin.    Korkmaz, anî ziman ku îhale ne li ser esasê pêdiviyan, li ser esasê rantê tên kirin û got ku dê li hizûra hiqûqê hesabê vê talana qeyûman bipirsin.