Hevserokê TÛAY-DER'ê: Meşa Azadiyê dê rê li ber aştiyê veke 2023-11-16 09:11:47   AMED - Hevserokê TÛAY-DER'ê Vahap Gunay ji bo Meşa Gemlîkê ku dê di 18'ê mijdarê de bê lidarxistin, got: "Ger dilê me û welatekî azad, aştîxwaz, ehlê heq, hiqûq û azadiyan hebe, divê em di vê çarçoveyê de girîngiya Meşa Gemlîkê fêm bikin."    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de, 32 meh in tu agahî nayên girtin. Li gel çalakiyên ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ku li seranserê cîhanê tên lidarxistin, di 28'ê cotmehê de li Stenbolê nivîskar, akademîsyen û siyasetmedar jî di nav de 78 kesan bi daxwaza çareserkirina meseleya kurd û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan deklarasyona bi navê "Banga Aştiyê" û di 29'ê cotmehê de jî li Amedê partiyên siyasî, komele û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de nêzî 200 sazî jî bi navê "Banga Azadiyê" daxuyandin.    Vê carê jî dê bi heman daxwazan di 18'ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve meşek bê lidarxistin.    Ji îmzevanên "Banga Azadiyê" Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TÛAY-DER) Vahap Gunay, têkildarî Meşa Gemlîkê axivî.    ‘ARMANCA TECRÎDÊ TEPISANDINA CIVAKÊ YE'   Hevserokê TÛAY-DER'ê Gunay anî ziman ku wan rêxistinên civaka sivîl gelek caran aniye ziman ku tecrîd "sûcê li dijî mirovahiyê ye" û got: "Tecrîda li ser birêz Ocalan, tenê ne ev pêvajoya 32 mehî ye. Ji roja hatiye girtin heye. Desthilata AKP-MHP'ê tecrîdê kûrtir kir. Bi tecrîdê dixwazin civakê bitepisînin."    Gunay destnîşan kir ku ger tecrîd bi dawî bibe, dê rêya aştiyê vebe û wiha pê de çû: "Bi taybetî gava em li ser Amedê bisekinin, a rast tenê ne nêzî 200 sazî, li vî bajarî 2 milyon mirov hene û ev kes dixwazin rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe. Ji ber ku em bawer dikin ku gava tecrîd rabe dê aştiya di navbera gelan de çêbibe, me ev metn îmze kir."    Gunay destnîşan kir ku tê xwestin ku pêwendiya di navbera Abdullah Ocalan û gel de bi tecrîdê bê qutkirin û got ku divê her kes zanibe ku bi van sepananan dê pêwendî neyê qutkirin û her diçe xurttir dibe.    MEŞA GEMLÎKÊ   Hevserokê TÛAY-DER'ê bilêv kir ku tecrîda li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan jî belav bûye û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Gunay destnîşan kir ku divê tecrîda ku bandorê li tevahiya civakê dike bi dawî bibe û got: "Ger dilê me û welatekî azad, aştîxwaz, ehlê heq, hiqûq û azadiyan hebe, divê em di vê çarçoveyê de girîngiya Meşa Gemlîkê fêm bikin."    Gunay destnîşan kir ku "Meşa Azadiyê" dê rê li be raştiyê veke.