Hatîmogûllari: Em ji malbata Hrant Dînk lêborînê dixwazin 2023-11-16 15:31:38   EDENE - Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari li Edeneyê bi rojnamegeran re civiya û têkildarî berdana kujerê Hrant Dînk, Ogun Samast wiha got: “Wijdana me tevan diêşe. Em ji malbata wî û ji civaka ermen lêborîna xwe dixwazin.”    Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari ji bo çendek hevdîtinan hate Edeneyê. Hatîmogûllari, li vir bi rojnamegeran re civiya. Civîn, li hotêleke bajar hate lidarxistin û Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Edeneyê Helîn Kaya û Mehmet Karakiş û Cîgira Hevserokê ji Komîsyona Ked û Polîtîkayên Civakî Berpirsyar Sevtap Akdag jî tev li civînê bûn.    Hatîmogûllari di civînê de bal kişand ser rewşa çapemeniyê û wiha got: “Di vê serdemê de li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê nîne. Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmehê, zextên li ser çapemeniyê zêde bûn. Çapemenî yekedestîkirin. Piştevaniya bi çapemeniya herêmî re hate kêmkirin. Hewl didin dengê Çapemeniya Azad qut bikin. Ne tenê RTUK û sepana sansurê, îktîdar bi rêya polîtîkayên xwe rê li ber sansûreke mezin vedike. Bi vê yekê re mafê agahîgirtinê yê gel asteng dike. Civakeke çapemeniya wê ne azad nikare qala azadî û demokrasiyê bike.”   ‘EM JI CIVAKA ERMENAN LÊBORÎNÊ DIXWAZIN’    Têkildarî berdana kujerê Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Agosê Hrant Dînk, Ogun Samast jî Hatîmogûllari wiha got: “Li vî welatî pirsgirêka kurd heye ku pirsgirêkeke giran e. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê banga konferansê hatibû kirin. Dînk jî di vê hewldana Konferansa Aştiyê ya Tirkiyeyê de cih girt. Me nekarî wî biparêzin. Ji ber vê yekê wijdana me tevan diêşe û bêhizûr in. Em ji malbata wî, ji civaka ermenan lêborînê dixwazin. Em vê biryarê weke berhema krîza di navbera AYM û Dadgeha Bilind de dibînin.”    HILBIJARTINÊN RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ   Hatîmogûllari, bi domdarî bal kişand ser hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di 31’ê adarê de û wiha pê de çû: “Me piştî hilbijartinên giştî muhasebeya xwe kir. Me di hilbijartinên gulanê de namzet dernexist û piştgirî da birêz Kiliçdaroglû. Me xwest îktîdar biguhere. Ev daxwaza me û rexneyên me yên ji bo îktîdarê neguherîne. Pêdiviya vî welatî bi xeteke sosyal demokrat heye. Hilbijartinên gulanê nîşanî me dan ku ev xet bi teqlîdê ava nabe. Ez yek ji wan im ku bawer nakim Erdogan bi ser ketibe. Lê weke muxalefet me nekarî rê li ber bigirin. Ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî me biryar da ku li cihên em yekemîn û duyemîn derketine bi namzetê xwe bikevin hilbijartinê. Di vê mijarê de daxwazeke zelal a gelê me ji me çêbû. Em ê tu tifaqeke ku HEDEP nayê dîtin de cih negirin. Li rojava dê deriyê me ji tifaqan re girtî nebin. Lê heke ev tifaq bi eşkereyî bên kirin dê tev li bibin. Em ê nêzikatiya ‘bila HDP deng bide me lê li kêlekê rûne’ bi tu awayî qebûl nekin.”    REJÎMA QEYÛM   Hatîmogûllari, qala tayînkirina qeyûman li şaredariyên Kurdistanê kir û ev tişt anî ziman: “Li vî welatî qeyûm veguherî rejîmê. Îktîdarê di mijara qeyûman de li ser şaredariyên HDP’î staja xwe kir. Niha jî li zanîngehên rêveberiya wê naecibîne qeyûman tayîn dike. Em ê nehêlin mafê bijartin û hilbijartinê yê gel binpê bikin. Em ê hem şaredariyên ku me bi dengekî kêm winda kirin bi dest bixin, hem jî şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin bistînin. Em ê li hemû herêman namzetên hevşaredariyê û endamên meclisê pêşhilbijartinekê diyar bikin. komîsyona me ya hilbijartinê niha xebatên vê bi hûr û kûr dimeşîne.”    Civîn, bi bersivandina pirsên rojnamegeran bi dawî bû.