Qeyûmê Qersê zirara ji ber daxistina fiyetê ava vexwarinê derketî ji endamên meclisê xwest 2023-11-16 17:00:33 ENQERE - Şaredariya Qersê ku ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin, diyar kir ku ji ber daxistina fiyetê avê ku di dema HDP’ê de hatibû kirin zirara madî çêbûye û biryar da ku vî pereyî ji endammên meclisê tehsîl bike.    Dema Şaredariya Qersê di destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, bihayê avê ji sedî 50 hatibû erzankirin. Piştre jî li şaredariyê qeyûm hatibû tayînkirin. Şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de diyar kir ku ji ber daxistina fiyetê avê zirara madî gihiştiye şaredariyê û biryar da ku vî pereyî endamên meclisa şaredariyê bidin.    XWEST HDP’Î VÎ PEREYÎ BIDIN   Midûriyeta Xizmetên Darayî ya Şaredariya Qersê, bi rojeva daxistina fiyetê ava vexwarinê di 16’ê tebaxê de civiya. Midûriyetê bal kişand ser Rapora Darayî ya di 2’yê kanûna 2020’ê de ji hêla Mifetîşên Milkiyeyê ya Wezareta Karên Hundir û îdia kirin ku di serdema HDP’ê de fiyetê avê hatiye daxistin û bi vê yekê re ziyana madî gihiştiye şaredariyê. Midûriyetê, biryar da ku endamên meclisa şaredariyê yên AKP, CHP, HDP û partiyên din vî pereyî bidin. Ji bo vê jî teblîxat jê re şand.    Di teblîxatê de hat xwestin ku her endamekî meclisê hezar û 21 lîreyan bide.    DU BIRYARÊN CUDA NE LÊ HEMAN ÎMZE HEYE    Li gel vê, hat qebûlkirin ku ev biryara meclisê ji hêla Waliyê Qersê Turker Oksuz ve hatiye dayîn ku niha weke qeyûm li şaredariyê hatiye tayînkirin, hatiye îmzekirin. Qeyûmê ku biryara daxistina fiyetê avê îmze kiribû, îcar jî biryara ku dibêje zirar gihiştiye şaredariyê jî îmze kir.    XIST ROJEVA MECLISÊ    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît ev mijar xist rojeva Meclisê. Koçyîgît, bi daxwaza bersivandina Wezîrê Karên Hundir pêşnûmeyek da Meclisê.