Hatîmogûllari: Divê em tifaqa têkoşînê ava bikin û xwe birêxistin bikin 2023-11-16 19:18:43   EDENE - Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogûllari ku li Edeneyê bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re civiya, bal kişand ser hilbijartinên herêmî û got: "Helbet hilbijartin girîng e, lê ya girîng em tifaqeke têkoşînê bi hev re ava bikin û birêxistin bikin."    Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari, li Edeneyê bi nûnerên civaka sivîl û partiyên siyasî re civiya. Hevserokên HEDEP'a Edeneyê Hêlîn Kaya û Mehmet karkiş û Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HEDEP'ê Sevtap Akdag, parlementerên HEDEP'ê Perîhan Koca, Alî Bozan û Kamûran Tanhan jî tev li hevdîtinê bûn.    Hatîmogûllariyê pêvajoya siyasî û şerê li Rojhilata Navînê nirxandin. Hatîmogûllariyê bal kişand ser êrişên li ser Xezeyê ku ji 7'ê Cotmehê ve didomin û polîtîkayên "durû"yên desthilatê yên der barê Xezeyê de rexne kirin.    TÊKOŞÎN   Hatîmogûllariyê bal kişand ser êrişên AKP'ê yên li ser gelê kurd û Bakur û Rojhilatê SÛriyeyê jî û got ku êrişên AKP'ê yên li ser kurdan û Rojavayê bênavber didomin û di meha Cotmehê de komkujiyeke sivîl a mezin pêk aniye. Hatîmogûllariyê destnîşan kir ku heya meseleya kurd neyê çareserkirin dê têkoşîna wan bidome û got: "Astengiya herî mezin a li ber demokratîkbûyîna vî welatî meseleya kurd e û heya ev mesele bi awayekî aştiyane û demokratîk neyê çareserkirin em HEDEP em ê israra xwe ya di warê çareseriyê de bidomînin û ji bo vê bitêkoşin."   Hatîmogûllariyê di hevdîtinê de li ser hilbijartinê jî sekinî û got ku divê xwerexneya ji bo enserketina di hilbijartina giştî de bê dayîn. Hatîmogûllariyê bilêv kir ku AKP rûpeleke Tirkiyeyê ya nipnû vekiriye û ji bo tahkîmeke çandî û bîrdozî ava bike civakê dîzayn dike  û got ku li vî welatî gelên cuda û baweriyên cuda tu carî xwe wekî welatiyên azad û wekhev hîs nakin.    Hatîmogûllariyê got: "Ji bo vê jî, divê em hêzên xwe bikin yek. Ev tenê ne jib o hilbijartinê ye. Lê helbet hilbijartin girîng e, lê ya girîng em tifaqeke têkoşînê bi hev re ava bikin û birêxistin bikin."    Piştî axaftina Hatîmogûllariyê hevdîtin bi nêrînên beşdaran bi dawî bû.