Amadekariyên Meşa Azadiyê didomin: Divê encam bê girtin 2023-11-17 09:03:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina HEDEP'a Pendîkê diyar kir ku amadekariyên wan ên ji bo Meşa Azadiyê bênavber didomin û got: "Teqez divê encam ji meşa Gemlîkê bê girtin."    Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a MED'ê (MED TUHAD-FED), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Windayan re ya Anatolyayê (ANYAKAY-DER), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Buroya Hiqûqê ya Asrinê, Komeleya Lêkolînên Kurdî, Alimên Olî û Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) dê di 19'ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve "Meşa Azadiyê" li dar bixin. Xebatên ji bo meşê bênavber didomin. Di çaçroveya xebatan de li navçeyên Stenbolê civînên gel tên lidarxistin.    Hevserokê HEDEP'a Pendîkê Yaşar Gokdemîr bilêv kir ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan amadekariyên lidarxistina meşê dikin û di vê çarçoveyê de civînên gel li dar dixin. Gokdemîr got: "Ji bo bidawîbûna zextên li ser kurdan û zilma heyî em tevî rêxistinên xwe yên bajêr û navçeyan li ser vê mijarê hûr bûne. Teqez divê tecrda li ser birêz Ocalan bê şikandin."    ‘TEQEZ DIVÊ ENCAM JI MEŞA GEMLÎKÊ BÊ GIRTIN'   Gokdemîr destnîşan kir ku teqez divê ji Meşa Gemlîkê ya îsal encam bê girtin û ew di civînana de dibînin ku dê meş bi awayekî girseyî bê lidarxistin.    ‘EM Ê TECRÎDÊ RAKIN'    Rêveberê Rêxistina HEDEP'a Stenbolê Kamûran Ozyolcû jî ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan her kesî vexwend Meşa Gemlîkê. Ozyolcû got: "Em ji bo vê civînan çêdikin. Dibe ku hûn bia wayekî hiqûqê hin kesan bigirin, lê sepandina tecrîdê ne qanûnî ye. Astengkirina hevdîtina parêzeran û malbatê ne qanûnî ye. Wê têkoşîna me bi ser bikeve û dê ev meşa me bigihîje armanca xwe û tecrîdê rake."