ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-18 09:00:25   * Di lêpirsîna der barê rojnamevan Hakki Boltan de ku bi îfadeya şahidê eşkere bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû destpêkirin, biryara "neşopandinê" hat dayîn.    * Behiye Yalçin a 70 salî ku 2 caran hatiye girtin û keça wê di vê rêçê de jiyana xwe ji dest daye, tu carî dest ji têkoşîna xwe ya ji bo jiyaneke bi rûmet bernedaye.    * Serokê Baroya Sêrtê Mûhammed Alptekîn ku li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê hevdîtin bi girtiyê nexweş Abdûlhalîm Kaya yê 80 salîr e kir got: "Demildest divê bê berdan û di şert û mercên baş de bê dermankirin."    * Hevseroka Giştî ya DAD'ê Kadriye Doganê destnîşan kir ku siyaseta şer civakê xizan kiriye û tecrîd dike û bal kişand ser rola Abdullah Ocalan û got: "Li cihekî ku em bedêlê didin divê em ji bilêvkirina aştiyê netirsin."    * Sibê dê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve "Meşa Azadiyê" bê lidarxistin. Nûnerên saziyan ku ji bo meşê bang kirin, gotin: "Ji bo avakirina jiyaneke di çarçoveya aştiyê de em bi hev re bimeşin."    * Guneş Okçû ku niha li Ingilistanê di girtîgehê de tê ragirtin, da zanîn ku ew ji ber dosyaya xwe ya Tirkiyeyê tê darizandin û bi deportkirinê re rûbirû ye û wiha got: “Min got belkî ez di daraza Ingilistanê de bêm fêmkirin, lê ez niha têm darizandin.”   * Têkoşîna jinan a li Îranê ev 44 sal in bênavber berdewam dike. Berdevka ICAVI Rouhi Shafii got: “Kuştina Jîna Emînî şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ afirand. Ev şoreş bi Îranê re sînordar nema, belavî gelek welatan bû.”   * Di pêşengtiya MED TUHAD-FED, MEBYA-DER, DBP, TJA û HEDEP’ê de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk were di serî de ji Amed, Mêrdîn û Wanê dê li gelek bajaran ber bi Gemlîkê ve “Meşa Azadiyê” dest pê bike. (11.00-19.00) ZINDΠ   * Malbatên Windakiriyan dê li Amed û Êlihê çalakiyên “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” li dar bixin. (12.00)    * Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin bipirsin û bi daxwaza faîl bên darizandin dê çalakiya xwe ya 973’yemîn a her hefte li Qada Galatasarayê li dar dixin pêk bînin. (12.00)   * ÎHD dê li gelek bajaran ji bo Dayikên Şemiyê çalakiyên piştgiriyê berdewam bikin. (12.00)   * Têkildarî pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş dijîn dê li Îzmîr, Stenbol û Enqereyê daxuyanî bên dayîn. (12.00-13.00)   * Şaxa OHD’a Enqereyê têkildarî polîtîkaya necezakirinê ya komkujiya Malbata Şenyaşar li Navenda Çandê ya Mulkiyeyê dê gotubêjekê li dar bixe. (16.30)