Îmzevana Banga Aştiyê Dogan: Divê em ji peyva aştiyê netirsin 2023-11-18 09:01:40   STENBOL - Hevseroka Giştî ya DAD'ê Kadriye Dogan destnîşan kir ku siyaseta şer civakê xizan kiriye û tecrîd dike û bal kişand ser rola Abdullah Ocalan û got: "Li cihekî ku em bedêlê didin divê em ji bilêvkirina aştiyê netirsin."    Li Stenbolê siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan jî di nav de 78 kesan ji bo meseleya kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane bê çareserkirin, di 28'ê cotmehê de deklarasyona "Banga Aştiyê" belav kirin. Di deklarasyonê de hat xwestin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û meseleya kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin.    Ji îmzevanên deklerasyonê Hevseroka Giştî yê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Doganê diyar kir ku meseleya kurd meseleya herî bingehîn a Tirkiyeyê ye û got ku heya meseleya kurd neyê çareserkirin dê Tirkiye nebe welatekî demokratîk.     Dogan anî ziman ku meseleya kurd êdî veguheriyeke meseleyeke gerdûnî û bal kişand ser bangên têkildarî meseleya kurd ên li seranserê cîhanê tên kirin. Dogan bal kişand ser xalên "Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî" ku îmzeya Tirkiyeyê jî li binî wê heye û got: " Hemû mirov bi awayekî azad, wekhev û xwedînirx tên dinyayê. Lewma divê bi xwişk û biratî nêzî hev du bibin. Ev mafên ku dewletê ew qebûl kirine kurd jê tên mehrûmkirin. Gava dewlet van mafan nade kurdan pirsgirêka civakî û şer rû didin. Ev yek jî ber bi qadên têkoşînê yên cuda ve diçe. Helbet daxwaza me jî ew e ku ev yek di çarçoveyeke qanûnî de bê çareserkirin."     ‘MIFTE LI ÎMRALIYÊ YE'   Dogan destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de di warê çareserkirina meseleya kurd de xwedî roleke girîng e û bal kişand ser "pêvajoya çareseriyê" ya di navbera 2013-2015'an de. Dogan got: "Dewlet li dor maseyê rûnişt û pêvajoya aştiyê da destpêkirin. Me di vê pêvajoya çareseriyê de dît ku birêz Ocalan di warê meseleya kurd de xwedî roleke diyarker e. Fikirên Ocalan li bara civakê bûn xwedî beramberiyekê. Lewma wekî 'rêber' tê pênasekirin. Lewma divê birêz Ocalan wekî muxatab esas bê girtin û di çareserkirina meseleyê de rola xwe bilîze."    ‘TECRÎD LI HER DERÊ BELAV BÛ'   Dogan diyar kir ku Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin û got: "A rast, ev polîtîkaya tecrîdê ne tiştekî ber aqilane ye. Abdullah ocalan mehkûmek e û mafên mehkûman di Destûra Bingehîn a welêt de hatine mîsogerkirin. Destûra Bingehîn nayê sepandin û bi ser d ejî ev tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye."    ‘EM JIYANÊ AVA BIKIN'   Dogan destnîşan kir ku şer ne çareserî ye û got ku desthilat hemû tiştên welêt firotine û ji bo siyaseta şer xerc dike û ji ber vê welat di warê aborî de xizan bûye. Dogan axaftina xwe bi vî rengî domand: "Hemû tiştên welêt difiroşin û ji bo şer xerc dikin. Ev jî welêt xizan dike. Tiştên ku niha Îsraîl li Filistînê dike, divê em wan neynin serê gelê kurd. Ma em ê heya kengî bi vî awayî bidomînin. Ne şer, em jiyanê ava bikin."    ‘JIYANA WEKHEV'   Dogan diyar kir ku modela jiyana wkehev û azad a jina kurd bandoreke mezin li wê kiriye û wiha got: "Ez elewî me û di baweriya me de rê Dê ye. Dê, hînker û avakera civakê ye, yanî murşîdeke xwezayî ye. Li cihekî ku jin tune bê hesibandin û bê qirkirin, dê bêaramî û şer serrwer be. Lewma di baweriya elewîtiyê de 'Dê' bingeha jiyaneke demokratîk û aştiyane ye. Ji ber ku felsefeya jiyana wekhev û azad dişibe vêû parelelî baweriya min e, bandoreke mezin li min kiriye."    Dogan bilêv kir ku hem ji ber ku elewî ne û hem jî kurd in rastî gelek êrişên nijadperest hatine û got: "Ji ber nasname û baweriyê li Tirkiyeyê komkujî çêbûn. Lewma em dixwazin di civakeke wiha de aştiyê ava bikin û pêşî li ber komkujiyan bigirin."    ‘EZ Ê TIM BIBÊJIM AŞTÎ'   Dogan anî ziman ku dê xebatên xwe yên têkildarî deklarasyonê bidomînin û dê di civînan, mîtîngan û kongreyan de aştiyê berbiçav bikin û got: "Pir ji peyva aştiyê ditrisin. Gava hûn behs aaştiyê bikin, hûn hebûna şer qebûl dikin. Ji ber ku şer tê veşartin, ji peyva aştiyê nerihet dibin. Lê gava tu aştiyê bilêv nekeî jî dê rastî te bike çi? Dê tim xwe li te ferz bike. Îro em ji ber vê rastiyê bedêla xizaniyeke giran û tecrîdeke giran didin. Li cihekî ku em bedêlê didin divê em ji bilêvkirina aştiyê netirsin. Ez ê tim bibêjim aştî."   MA / Ferdî Bayram