HEDEP’ê li bakurê Kurdistanê dengê xwe zêde kiriye 2023-11-18 14:12:30   AMED - Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk li bajarên bakurê Kurdistanê rapirsiya hilbijartina xwedihî kir û hat diyarkirin k udi rapirsiyê de ji sedî 9,2 dengên HEDEP’ê zêde bûne û meyla ciwanan li ser HEDEP’ê ye.    Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk di navbera 27’ê cotmehê û 1’ê mijdara 2023’yan de li bajarên bakurê Kurdistanê ji bo eleqe û meyla hilbijêran a hilbijartina xwecihî lêkolîna qadê pêk anî. Di rapirsiya ku li bajarên wek Amed, Mêrdin, Riha, Wan, Êlih, Şirnex, Sêrt, Colemêrg, Agirî, Mûş, Çewlig, Bedlîs, Qers, Dêrsim î Îdirê hat kirin de ji hezar û 502 kesan hat pirsîn. Hat destnîşankirin ku li malan rû bi rû rû bi welatiyan re hevdîtin hatiye kirin.      Di rapirsiyê de pirsa, “Gelo hûnê di hilbijartina 30’yê Adara 2024’an de raya xwe bidin kîjan partiyê?” ji hilbijêran hat kirin. Ji sedî 52,9’ê kesên beşdarî rapirsiyê bûn gotin ew dengê xwe didin HEDEP’ê, ji sedî 22,2’yê kesan gotin ew dengê xwe didin AKP’ê, ji sedî 7,1’ê kesan gotin ew dengê xwe didin CHP’êi ji sedî 8,1’ê kesan gotin “em bêbiryar in” û ji sedî 4,9’ê kesan jî gotin ew ê dengê xwe bi kar neyînin.    HEDEP’Ê DENGÊ XWE ZÊDE KIRIYE      Dema meriv xebata rapirsiya hatiye kirin û hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an dide ber hev HEDEP ango HDP ji sedî 9,2 dengê xwe zêde kiriye. Di rayên AKP’ê de jî ji sedî 5 kêmbûn heye.    Li gorî rapirsiya hatiye kirin ji ciwanan jî hatiye pirsîn. Bi piraniya ciwanan destnîşan kirine ku ew ê di hilbijartina xwecihî de dengê xwe bidin HEDEP’ê û meyla wan li ser HEDEP’ê ye.