Baskê 'Meşa Azadiyê" ya Çûkûrovayê dê ji Mêrsînê bimeşin Gemlîkê 2023-11-18 16:36:10   MÊRSÎN - Welatiyên ji Edene û Dîlokê bi dirûşmeyan ji bo “Meşa Azadiyê” derketin rê, di ketina Mêrsînê de gihiştin hev û dê ji vir berê xwe bidin Gemlîkê.     Çalakvanên “Meşa Azadiyê” yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pêkanîn azadiya fîzîkî û pêkanîna hevdîtina bi malbat û parêzerên wî re, ji Edene û Dîlokê derketin rê, di ketina Mêrsînê de gihiştin hev. Welatî tevî hemû astengkirinan jî berê xwe dan Parka Ozgur Çocuk a li navçeya Akdenîz a Mêrsînê. Hat zanîn ku dê baskê Çûkûrovayê li parkê were cem hev. Meşvanan dirûşmên, “Zext dê nikaribin me biçewisînin”, “Bîjî berxwedana zindanan” berz kirin.    Welatiyên ji Edene, Dîlok û Hatay û Osmaniyeyê derketin rê dê li Parka Ozgur Çocuk daxuyaniyê bidin û bere xwe bidin Gemlîkê.