Li kolanên Wan'ê dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ olan da 2023-11-18 16:57:25 WAN - Mudaxileyê baskê “Meşa Azadiyê” ya Wanê ku bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pêkhatina azadiya wî ya fizîkî tê kirin, hate kirin. Ciwan li kolanan bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Îmraliyê” meşiyan.  Baskê “Meşa Azadiyê” ya Wanê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pêkhatina azadiya wî ya fizîkî ber bi navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê ve tê lidarxistin, li Kolana Hunerê ya navçeya Rêya Armûşê hatin gelhev. Girseya piştî daxuyaniya ku li vir bê dayîn rê bikeve ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Parlamenterên HEDEP’ê yên hatin kolana ku polîsan û TOMA’yan girt û gelek kes hatin dorpêçkirin. Li ser vê yekê girseya ku li kolana Mizgefta Mezin kom bû û hate dorpêçkirin ji du baskan dest bi meşê kir. Polîsên ku êrişî girseyê kirin, Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci yê qeyûm tayînî şûna wî hate kirin, Hevserokên HEDEP’ê yên Bajêr Gonul Ûzûnay û Veysî Dîlekçî, Hevseroka MEBYA-DER’ê Hanim Kaya, Hevserokên DBP’ê yên Wanê Şengul Polat û Harûn Okay, Hevserokên TUHAY-DER’a Wanê Edîbe Babûr û Çetîn Ûyar jî di nav de gelek kes binçavkirin.    Kesên hatine binçavkirin di dema ber bi wesayîta polîsan ve birin dirûşmeyên “Me serî netewand, em ê netewînin” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.    CIWAN BI DIRÛŞMEYAN MEŞIYAN    Parlamenterên HEDEP’ê yên xwestin rewşê şermezar bikin li ser cadeyê çalakiya rûniştinê dane destpêkirin. Endamên Meclisa Ciwanan ên HEDEP’ê jî li kolanan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana Îmraliyê” , “Em ê cîhana bê Ocalan bi serê we de hilweşînin” meşiyan. Di kolanên Wanê de di demekî dirêj dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” olan da.