Meşa Azadiyê tehemul nekirin: Parlamenteran rê girt, ciwan meşiyan 2023-11-18 18:19:20 AMED – Piştî "Meşa Azadiyê" ya ku hat xwestin ber bi Gemlîkê ve bê lidarxstin hat astengkirin, parlementerên HEDEP'î rê girtin. Li semta Ofîsê jî ciwan bi dirûşmeyan bi dawî bû.    Milê "Meşa Azadiyê" ya Amedê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda li ser wî, rastî astengiya polîsan hat.    Di çarçoveya meşa ber bi Gemlîkê de welatî danê sibehê ji Riha, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex û Êlihê bi rê ketine û gihaştin Amedê. Çendî li têketina bajêr polîsan wesayît rawestandin û ew asteng kirin jî welatî xwe gihandin bajêr. Welatiyên ku ji bo "Meşa Azadiyê" li ber avahiya Rêxistina HEDEP a Amedê kom bûn, ji bo xwe bigihînin milên meşê yên din ji vir ber bi Parka Koşûloyûê ve meşiyan.    Dema amadekarî dewam dikirin girseya ku Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê HEDEP'ê Tûncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yêN DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir û birayê Abdullah Ocalan Abdullah Ocalan jî di nav de, li nava parkê ji aliyê polîsan ve hat dorpêç kirin.    Gava siyasetmedaran xwest têkildarî vê daxuyaniyê bidin, polîsan bi mertalên xwe nehiştin rojnamevan dîmenan bigirin.    Piştî vê parlamenterên HEDEP'î li serê rêya cem parkê rûniştin û rê li ber çûnhatinê birîn. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Halîde Turkoglû wiha bertek nîşan da: "Em nikarin mafên xwe yên demokratîk jî bi kar bînin. Ev dîmen, encama pergala tecrîda li Îmraliyê ye. Bêhiqûqîtiya herî mezin li vir tê îfşakirin. Ger hûn vê bêhiqûqîtiyê bidomînin, dê çalakiya me bidome."    ‘WIJDANÊ GELÊ KURD LI SER PÊYAN E'   Girseyê li vir tim dirûşme berz kirin û rewşa heyî bi çepikan şermezar kirin. Parlamenterên HEDEP'î piştî demekê ber bi avahiya partiyê ya Amedê ve meşiyan. Wê kêliyê welatiyekî bertek nîşanî dorpêça polîsan da û got: "Wijdanê gelê kurd li ser pêyan e."    Welatiyên li Parka Koşûyolûyê jî berê xwe dan avahiya HEDEP'ê. Tê payin ku li vir daxuyanî bê dayîn.    LI OFÎSÊ MEŞ   Ciwanên ku wê kêliyê li semta ofîsê hatin cem hev jî li çepikan xistin û dirûşmeyên “Bi xwin bi can em te re Öcalan” û “Be Serok jiyan nabe” berz kirin û li kuçeyan meşiyan.    Ciwanan doza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kir û welatiyên li wir jî bi çepikan piştgiriya wan kirin. Di dema meşê de kesên bi navê Muhsîn Aydogdû, Semra Eriş û Elîf, Hêlîn û Diyabet ên paşnavê wan nehatin hînkirin hatin binçavkirin.    LI ÇEWLIGÊ JÎ ASTENGÎ   Her wiha kesên ji Çewligê ber bi Amedê ve bi rê ketin jî li têketina bajêr ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin. Parlementerê HEDEP'î Omer Farûk Hulagu ku di nava girseyê de bû got tecrîda tenê ne li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li se rtevahiya gelê kurd tê sepandin.    Hulagu got:" Em hemû kesên azadîxwaz û edaletxwaz vedixwînin vê meşê. Ji o şikandina tecrîdê û ji bo aştiyê em her kesî vedixwînin têkoşînê."