Çalakiyên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” didomin 2023-11-18 22:22:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Swîsreyê çalakiyên “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bêyî navber dewam dikin.   Çalakiyên ku ji aliyê komîteya azadî ji Abdullah Ocalan re ve di çarçoveya pêngavê de tên lidaraxistin, îro li bajarên Chûr û Cenevreyê yên Swîsreyê dewam kirin. Çalakvanên ku li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Chûrê (CDK) li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiyan, ev peyam dan, “Em ê pêngava ku dostên Kurdan di 10’ê Cotmehê de dan destpêkirin, bigihînin serkeftinê.”   Di çalakiyê de li ser navê CDK’ê Kureyş Doymaz axivî û bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku nêzî 3 sal in di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin. Doymaz çalakiyên pêngavê ku îro li Gemlîk û Berlînê hatin lidarxistin, silav kir û got: “Heta pêngava ku ji bo azadiya Rêbertiya me hatiye destpêkirin, bi encam nebe em ê qadan ne teriqînin.”   Piştî axaftinê daxuyaniya bi zimanê Elmanî hate xwendin.   CENEVRE   Li bajarê Cenevreyê jî civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pêngava ku di 10’ê Cotmehê de hat destpêkirin, hat nîqaşkirin   Civîn li salona konferansê ya Mahatma Gandî hat lidarxistin. Siyasetmedarê Kurd Nejdet Atalay di civînê de axivî û bal kişand ser rewşa Abdullah Ocalan ku ev 33 meh in agahî jê nayê girtin û têkîldarî pêngava tê domandin nirxandin kir.