Kesên li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan 2023-11-18 22:36:13   WAN – Ji kesên ku li Wanê di Meşa Azadiyê de hatin binçavkirin, 31 jê piştî îfadeya li midûriyeta polîsan serbest hatin berdan.    Li Wanê di Meşa Azadiyê de ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda li ser wî ya bi pêşengiya KCD, DBP, MED TÛHAD-FED, MEBYA-DER û HEDEP'ê ve hat lidarxistin, gelek kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin, 31 jê piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Wanê serbest hatin berdan.