Mehmet Ocalan: Ger deriyên Îmraliyê bên şikandin dê aştî bê Tirkiyeyê 2023-11-19 09:13:34   AMED - Mehmet Ocalan, birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji Amedê tev li Meşa Azadiyê bû, malavayiya kesên beşdarî meşê bûn kir û got: "Ji destê kê çi tê divê mafê xwe yê demokratîk bi kar bîne. Heke deriyê Îmraliyê bê şikandin dê aştî bê Tirkiyeyê."    Bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran ya MED'ê (MED TÛHAD-FED), Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) duh ji gelek bajaran bi sedan kes beşdarî "Meşa Azadiyê" bûn. Ji kesên tev li meşê bûn yek jê jî birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, bû. Mehmet Ocalan Meşa Azadiyê nirxand.    BERTEK   Ocalan, diyar kir ku agahînewergirtina ji Îmraliyê hindik maye 33 mehên xwe temam bike û got: "Li Tirkiyeyê hiqûq miqûq tune ye. Mafên mirovan tune ye. Em bi hevserokên giştî re hatin, em dorpêç kirin. Mirovên li vir tu tişt negotin, lê dîsa jî zilmeke mezin heye. Divê ev zilm neyê qebûlkirin. Divê hemû mirovên me hay ji vê rastiyê hebin. Tiştên tên kirin li tu dera cîhanê nayên qebûlkirin. Ma mirov serokê giştî yê partiyekê dorpêç dike? Bi vê rêbazê kurd û tirk rizgar nabin."    ‘32 MEH IN AGAHÎ NAYÊ GIRTIN'   Mehmet Ocalan destnîşan kir ku divê edalet û hiqûq bê vî welatî û got: "Divê mirov xwe bi awayekî azad bînin ziman. Em vî welatî parçe nakin. Em doza mafên xwe yên qanûnî û demokratîk dikin. Çi dikin bila bikin, em ê vê yekê bkin. Bedêl bivê em ê wê bedêlê jî didin. 32 meh in malbat û parêzer agahiyê ji Abdullah Ocalan nagirin. Dorpêçkirina vê çalakiya demokratîk jî ne heq e. Ezv zilmeke mezin e, divê neyê qebûlkirin. Ên vê dikin, winda dikin."    ‘DIVÊ DERIYÊN ÎMRALIYÊ BÊN ŞIKANDIN'   Ocalan, destnîşan kir ku meşa hatiye kirin û berteka demokratîk mafekî qanûnî ye û got: "Divê her kes vî mafî bi kar bîne. Ji bo meşa ber bi Girava Îmraliyê ve ji destê kê çi tê divê bike. Banga me ji bo her kesî ev e; Ge rne ji têkoşîna Abdullah Ocalan bûya, me yê li vir nikaribûya bi kurdî hevpeyvîn bikira. Ev tenê be jî, divê her kes bi qîmeta vê zanibe. Serok sax e miriye em nizanin. Ev bi çi awayî nayê qebûlkirin. Ji destê kê çi tê divê mafê xwe yê demokratîk bi kar bîne û bila deriyên Îmraliyê bişikînin."    Mehmet Ocalan, malavayiya hemû kesên welatparêz û demokrat kir ku di vê şiliyê de çi ji destê wan hatiye kirine û got ku divê bertekên wiha demokratîk bidomin. Ocalan di dawiyê de got: "Ger deriyê Îmraliyê bê şikandin, dê meseleya kurdan û Tirkiyeyê bi awayekî aştiyane çareser bibe."   MA/ Mujdat Can