Li dijî baregehên DYA’yê êriş hatin kirin 2023-11-19 10:50:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî baregehên DYA’yê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê û rojhilatê Sûriyeyê careke din êriş hate kirin.    Êrişên li dijî baregehên DYA’yê yên li Sûriye û Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Tevgera Berxwedana Îslamî ya Iraqê ragihand ku hêzên wan bi balafiran bêmirov baregeha DYA’yê ya li Herîr a Hewlêrê hedef girtine.    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îro jî di saetên serê sibehê de baregeha DYA’yê ya li rojhilatê Sûriyeyê hedef girtine.