Li gundên Farqînê lehî rabû 2023-11-19 18:25:15   AMED - Li gundê Fêra yê navçeya Farqînê ji ber baranê lehî rabû û lehiyê xesar gihand derdorê.    Li gundê Fêra yê bi ser navçeya Farqîna Amedê ve ji ber baranê lehî rabû. Ava ku ji Çemê Xiyaz Bega û Çemê Delê hatin li nava gundê Fêra gihîştin hev bû lehî. Lehiyê xesarek mezin da ka û erdên gundiyan. Lehiya li gund rabû lodên kayê û gelek alav û amûrên li nava gund dan ber xwe. Gelek alavên gundayan bi lehiyê re çûn.